Parêzgarê Duhokê dema xwe bi zarokên şehîdan re derbas dike

Do Çarşemê 01.06.2022an bi helkefta roja cîhanî ya zarokan, parêzgarê Duhokê dema xwe bi zarokên şehîdan re derbas kir û çendîn diyarî pêşkêşî zarokan kir.
02.06.2022, Per - 05:59
Parêzgarê Duhokê dema xwe bi zarokên şehîdan re derbas dike
Nuçe Belav bike

Berpirsê Ragihandina Parêzgarê Duhokê Milet Ismet Osmat ji BasNewsê re ragehand: ‘’Îro parêzgarê Duhokê Dr.Elî Tetar demek dirêj li cihekî bazirganî de dema xwe li gel hejmarek ji zarokên şehîdan derbas kir û gelek lîstikên cuda derbas kirin.’’

Berpirsê ragehandina parêzgarê Duhokê ji BasNewsê re ragehand: ‘’Piştî lîstina çend lîstikan, parêzgar çendîn diyarî pêşkêşî zarokên şehîdan kirin ku bi xwe diyariyên xwe hilbijartibûn.’

Milet Ismet, aşkere kiriye hêviya parêzgar ewe ku hemû zarokan dilxweş bike. Bi taybetî zarokên şehîdan.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 507 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:51:21