Parêzgarê Hewlêrê û Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka civiyan

Guftûgo derbarê rewşa navçeyê û piştevaniya Amerîka bo Herêma Kurdistanê de hatin kirin
21.05.2022, Cts - 07:30
Parêzgarê Hewlêrê û Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka civiyan
Nuçe Belav bike

Parêzgarê Hewlêrê ligel Alîkarê Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîka, Rêveberê Karûbarên Iraqê û tîma Karûbarê Koçberan li Washingtonê civiya.

Nivîsgeha Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîka di daxuyaniyekê de belav kir, roja Înê 20/5/2022an, Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw û Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerêka li Dîwana Wezareta Derve ya Amerîka ligel Alîkarê Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîka, Rêveberê Karûbarên Iraqê û tîma Karûbarê Koçberan li Washingtonê civiyan.

Li gor daxuyaniyê, Parêzgarê Hewlêrê, wek Hikûmeta Herêma Kurdistanê û wek Parêzgarê Hewlêrê spasiya hevkariya hikûmeta Amerîka ji bo hevkarî û piştgîriya Herêma Kurdistanê bi taybet di şerê li dijî teroristên DAIŞê kir û tekezî li pêşvebirina pêwendiyên Amerîka û Herêma Kurdistanê.

Di mijareke din a civînê de, Parêzgarê behsa rewşa Iraqê bi giştî, jinavbirina DAIŞê, rewşa siyasî, aborî û mirovî, aramî û ewlehiya ku li Herêma Kurdistanê heye kir û piştevanî û hevkariya Amerîka ji Herêma Kurdistanê û Pêşmerge re bi pêwîst zanî ji bo navbirina gefên DAIŞê û aramiya navçeyê.

Ji aliyê xwe ve, Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîka, Rêveberê Karûbarên Iraqê û tîma Karûbarê Koçberan pesnê rola Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir li hember hewandina koçber û penaberan û hemû ew pêşketinên siyasî, demokrasî, aborî û avedankirina ku navçeyê rû dane û tekez kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê hevbeşeke girîng a Amerîka ye û dostaniya dêrîn a di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de, bingeha wê hevbeşiya nirxên demokrasiyê ye.

K24
Vî nûçeyê tevayî: 597 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:39:03