Parêzgarê Silêmaniyê bang li Tirkiyê kir

Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebubekir daxwaza vekirina qada esmanî ya Tirkiyê ji firokeyên ku Balafirgeha Silêmaniyê bikar tînin ji konsulê Tirkiyê yê Hewlêrê Mehmet Mevlut Yakut re ragihand.
07.04.2023, Cum - 13:26
Parêzgarê Silêmaniyê bang li Tirkiyê kir
Nuçe Belav bike

Parêzgarê Silêmaniyê diyar kir ku wan fikarên xwe yên li ser girtina qada hewayî ya Tirkiyeyê li ser balafirên ku Balafirgeha Silêmaniyê bikar tînin ji Mehmet Mevlut Yakut re ragihandine û dibêje “Me ji bo aramî û ewlekariya herêma Silêmaniyê û firokexaneya navdewletî ya Silêmaniyê Konsulê Giştî yê Tirkiyê yê li Hewlêrê piştrast kir.”

Rêyên Esmanî yên Tirkiyeyê (THY) ku rojane 2 geştên xwe ber bi Silêmaniyê ve dikin, di 3yê Nîsanê de ragihandibû ku hemû geştên xwe yên ji bo Balafirgeha Silêmaniyê rawestandiye.

Wezareta Derve ya Tirkiyê ragihand ku heta 3ê Tîrmehê qada esmanî ya Tirkiyê ji geştên esmanî yên ji Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê re hatiye girtin.

Di daxuyaniyê de sedema vê biryarê “Çalakiyên PKK’ê yên li Silêmaniyê” hatiye nîşandan.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 383 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:06:25