Parêzgerê sepandî yê Kerkûkê navçeyên kurdan ji projeyan bêbeş dike

Îdareya sepandî ya Kerkûkê di siyaseta cudakar de a li Kerkûk û navçeyên Kurd û taxên nav bajarê Kerkûkê de berdewam dike ku bi temamî ji xizmetan bêbeş dike û piraniya projeyan dibin Hewîce.
18.06.2022, Cts - 12:47
Parêzgerê sepandî yê Kerkûkê navçeyên kurdan ji projeyan bêbeş dike
Nuçe Belav bike

Îro 18.06.2022yê parêzgerê sepandî yê Kerkûkê Rakan Cibûrî li qeza Hewîce serdana hejmarek projeyan kir, ku binkyeke tenduristiyê û karên projeya rêya sebzefiroşiya Hewîce û karên projeya rêya kemerî ya taxa Eskerî ya Hewîce û projeya çêkirina rêya navbera Hewîce û nahyeya Riyazê pêktên.

Ew proje zêdetir li ser budceya pêşxistina parêzgehan tên bicîhanîn, lê taxên nav bajarê Kerkûkê jî bê xizmet in û herwaha ti projeyekî wisa li qezayên Dubiz û Daqûq û nahyeyên Leylan û Şiwan û Qerehencîr û navçeyên Kurdan nayên kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 509 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:37:52