Parlamenterê êzidî: PKK dixwaze ‘Hîlala Şîe’ temam bike

Parlamenterê kurdê êzidî Şêx Şemo got; “PKK hewl dide bi rêya kontrolkirina Şingalê “Hîlala Şîe” temam bike.
12.02.2017, Paz - 06:44
Parlamenterê êzidî: PKK dixwaze ‘Hîlala Şîe’ temam bike
Nuçe Belav bike

Roja Şemiyê (11-02-2017) li bajarê Duhokê Navenda Rewşenbîrî, Çandî û Civakî ya Laleşê yekemîn dîdara xwe di bin navê “Êzidî û projeya dewletbûna Kurdistanê” de saz kir.

Di dîdarê de nêrîn û hêzra kurdên êzidî yên derbarê serxwebûna Kurdistanê û paşeroja kurdên êzidî ya di nav dewleteke serbixwe de hate gotûbêjkirin.

PKK û Hîlala Şîe

Endamê Parlamentoya Kurdistanê Şêx Şemo Şêx Ne’mo rexne li şandekî êzidiyan kir, ku di dema derbasbûyî de serdana Nexef û Tehranê kirine û got; “Îranê mizgeftek ji bo sunneyan rewa nedît û girt, ma çawa dikare mafê êzidiyan bide?”

Şêx Şemo di berdewama axaftina xwe de got; “DAIŞ ber bi xilasbûnê ve diçe û li Şingalê nemaye lê destwerdana karûbarên êzidiyan berdewam dike. DAIŞ hewl dide sînorên dewleta xelîfetiya xwe temam bike. Lê îro PKK jî li Şingalê hewl dide Hîlala Şîe temam bike.”

Parêzgarê Duhokê: Ji sedî 40 êzidiyan di kampan de dijîn

Parêzgarê Duhokê Ferhad Etrûşî jî di dîdrê de axaftinek kir û da zanîn, ku di şerê Şingalê de 617 pêşmerge şehîd bûnê û ji sedî 95ê van pêşmergeyên şehîd kurdên musilman bûne û got; “Ez vê yekê weke minnet nabêjim. Ji ber ku erkê ser milê me hemûyan e ku em kurdên êzidî biparêzin.”

Etrûşî amaje bi siyaseta PKKê ya Şingalê kir û got; “Aliyek siyasî xwe weke xwedanê Şingalê dibîne. Dema operasyona rizgarkirina Şingalê dest pê kir wan jî xwe xistine nav de û ala xwe bilind kirin.”

Ferhat Etrûşî da zanîn, ku li Duhokê 16 kamp ji bo kurdên êzidî hatine avakirin û diyar kir; “Ji sedî 40ê êzidiyên koçber di van kampan de dijîn. Ji sedî 60 wan jî li dervey kamapan dijîn rêxistin alîkariya wan dikin.”

Teyîb: Divê êzîdî bi axê ve girêdayî bin

Mamostayê Zanîngehê Mûeyed Teyîb jî gotarek pêşkeş kir û got; “Pêwîst e êzidî bi axê ve girêdayî bin û divê her care berê xwe nedin derve û ji axa xwe dûr nekevin.”

Di dîdara Navenda Rewşenbîrî, Çandî û Civakî ya Laleşê de hate gotin, ku divê kar ji bow ê yekê bê kirin daku kurdên êzidî hest bi aramî û ewlekariyê bikin. Ji bo vê yekê jî divê hikûmeta Herêma Kurdistanê zêdetir rol bide wan. Herwiha kar ji bo dermankirina birînbên wan bê kirin.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 1304 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:25:29