Parlamentoya Iraqê lêkolînê li ser êrîşa Firokxaneya Silêmaniyê dike

Parlamentoya Iraqê derbarê bûyera êrîşa li ser Firokexaneya Navdewletî ya Silêmaniyê de komîteyeke lêkolînê ava dike.
11.04.2023, Sal - 07:36
Parlamentoya Iraqê lêkolînê li ser êrîşa Firokxaneya Silêmaniyê dike
Nuçe Belav bike

Cîgirê duyem ê Serokê parlamentoya Iraqê Şexawan Ebdullah duhî êvarê di daxuyaniyekê de ragihand, Ofîsa Serokatiya Parlamentoya Iraqê derbarê êrîşa li ser Firokexaneya Navdewletî ya Silêmaniyê de lêkolînan dike.

Li gorî daxuyaniyê, piştî komkirina agahî û hûrgiliyan, dê komîteyeke parlamentoyê ji komîteyên pêwendîdar bê avakirin

Ev di demekê de ye, duhî Duşemê 10ê Nîsana 2023an, şandeke pilebilind a Parlamentoya Iraqê bi serokatiya Serokê Komîteya Asayîş û Berevaniyê Ebbas Zemlî ji bo lêkolînkirina êrişê, serdana Firokexaneya Navdewletî ya Silêmaniyê kiribû.

Ofîsa ragihandinê ya Şaxewan Ebdullah di daxuyaniyekê de ragihand, ev serdana ji aliyê Komîteya Asayîş û Berevaniyê ya Parlamentoyê ve hatiye kirin, tenê serdaneke meydanî bo cihê bûyerê bû.

Roja Înê 7ê Nîsana 2023an teqînek li nêzîkî Firokexaneya Navdewletî ya Silêmaniyê rû da û di encamê de agir bi derdora firokexaneyê ket. Piştî bûyerê hat ragihandin ku êrîş bi riya dronê hatiye kirin. Piştî bûyerê jî eşkerekirin ku êrîş li dijî Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî hatiye kirin û ew ji hewleke kuştinê rizgar bûye.

Di destpêkê de HSDê red kir ku Mazlûm Ebdî di dema êrîşê de li Silêmaniyê bû, lê piştre got wan zanyariyên nerast belav kirine da ku wî biparêzin, piştre jî tekez kir ku ew di dema êrişê de li Firokexaneya Silêmaniyê bû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 370 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:34:20