Parlamentoya Kurdistanê helmetekî alîkariyê bo koçberên Rojavayê Kurdistanê ragehand

Cîgirê serokê Parlamentoya Kurdistanê îro 24.11.2019ê di civîneke çapemeniyê de aşkera kir, Parlamentoya Kurdistanê helmetek bo kom kirina alîkariyan bo koçberên Rojavayê Kurdistanê ragehand.
24.11.2019, Paz - 11:21
Parlamentoya Kurdistanê helmetekî alîkariyê bo koçberên Rojavayê Kurdistanê ragehand
Nuçe Belav bike

Cigirê serokê Parlamentoya Kurdistanê Hêmin Hewramî ragehand: ‘’Îro em bi amadebûna beşek ji serokên fraksiyonên Parlamentoya Kurdistanê ve, li serokatiya parlamentoyê ve radigehînin, îro em ji bo bicîh anîna xala heştem a 12 erkên parlamentoyê ku roja 15.10.2019ê bi dengên hemû parlamenterên Kurdistanê ve hate pejirandin, ku Parlamentoya Kurdistanê helmetekî niştimanî bo kom kirina alîkariyê ji xwîşk û birayên me yên li Rojavayê Kurdistanê ve ji ber rewşa nexwaş û êrîşên leşkerî yên li navçeya wan pêkhatiye û ji ber wê naçar mane berê xwe dane herêma Kurdistanê.’’

Hemin Hewramî got: ‘’Wek desteya serokatiya parlamentoyê em spasiya destpêşxeriya parlamenterên me yên birêz ên hemû fraksiyonan dikin, ku wek erkekî parlamenter ê mirovî û niştimanî ev helmet nav salona parlamentoya Kurdistanê de hat ragehandin.’’

Herwaha got: ‘’Vê helmetê de hemû parlamenter û fermanberên Kurdistanê beşdarin bo kom kirina alîkarî û piştevaniya madî bo hemû wan koçberên ku naha li herêma Kurdistanê ne bi giştî û bi taybet jî xwîşk û birayên koçber û penaber ên Rojavayê Kurdistanê ve hatine.’’

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 816 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:27:25