Parlamentoya Kurdistanê: Ji ber şerê Tirkiye û PKKê zêdetir ji 500 gund hatine valakirin

Parlamentoya Kurdistanê roja 29ê Hezîrana îsal, hejmareke komîteyan ji bo lêkolînkirina rewşa navçeyên sînorî yên Hewlêr, Duhok, Silêmanî û diyarkirina ziyanên bombebaran û topbaranên Tirkiye û Îranê, raspardibûn.
27.07.2020, Pts - 20:26
Parlamentoya Kurdistanê: Ji ber şerê Tirkiye û PKKê zêdetir ji 500 gund hatine valakirin
Nuçe Belav bike

Wan komîteyên ku Parlamentoya Kurdistanê raspardibûn bo lêkolînkirina ziyanên şerê artêşa Tirkiyê û PKKê li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê, raporta xwe temam kirin û li gor wê raportê, Tirkiye bi kurahiya 15 kîlometre xaka Başûrê Kurdistanê derbas kiriye û zêdetir ji 500 gund jî ji tirsa şer hatine valakirin.

Parlamentoya Kurdistanê roja 29ê Hezîrana îsal, hejmareke komîteyan ji bo lêkolînkirina rewşa navçeyên sînorî yên Hewlêr, Duhok, Silêmanî û diyarkirina ziyanên bombebaran û topbaranên Tirkiye û Îranê, raspardibûn.

Ew komîte jî çûne navçeyên ciyawaz ên sînorî yên Hewlêr, Silêmanî, Helebçe, Duhok û Şingalê û lêkolîn birêve birin û raportek amade kirin.

Li gor wê raporta ku komîteyan amade kirine û taybet bo Rûdawê hatiye şandin, ji wê dema ku Tirkiyê di naverasta meha Hezîranê de li sînorê Başûrê Kurdistanê dabûn destpêkirin, 504 gund hatine valakirin û di heyama 28 salên şerê Tirkiye û PKKê de jî 50 hemwelatiyên sivîl şehîd bûne.

Raporta komîteyan li gor parêzgehan bi vî rengî ye;

Li parêzgeha Hewlêrê:

-Ji 73 gundên ser sînor 55 gund hatine valakirin

-Bi dehan milyon dolar ziyana şewatên rez û baxan bûye

-104 gundên Soran û Sîdekanê hatine valakirin

-15 gundên sînorê Çomanê hatine valakirin

-Gundên Zargelî û Bokrîskan li Wertê hatine valakirin

-Îranê astengî ji bo hatinçûna xelkê wan gundan çê kiriye

Li parêzgeha Silêmanî:

-Êrişa Kunemasî di 25ê Hezîranê de bûye sedema birîndarbûna 7 kes û 25 milyon dînar ziyana maddî

-Ziyana xizmetguzariya giştî li ser elektîrîk û rêyan hebûye

Îdareya Raperîn:

-Derbaskirina sînor ji aliyê Îranê ve li Kêlê û Casûsan

-Binpêkirina rêkeftina sala 1975

Qezaya Mawet:

-Wêranbûna binkeya tendirustî ya gundê Sefrê

-Ziyana hêla sereke ya elektîrîkê ya wî gundî

-Rûxana piraniya xaniyên wî gundî

Parêzgeha Duhokê:

Zaxo:

-Derbaskirina sînor bi firehiya 40 kîlometre û kurahiya 15 kîlometre ji aliyê Tirkiyê ve

-666 top û 70 mûşek arasteyî gundan hatine kirin

-Di 28 salan de 50 kes hatine kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûne

-18 bargehên Tirkiyê li sînorê gundên Zaxo hatine danîn

-25 gundên bajarokê Derkar hatine topbarankirin

-200 cotkar nikarin vegerin navçeyên xwe

-13 gundên Batîfa hatine bombebarankirin û 27 gund hatine valakirin

-Bi giştî 400 malbat ziyanmend bûne

Amêdî:

-Valakirina 198 gundan ji 348 gundên wê qezayê

-4 kesên sivîl şehîd bûne û 28 kes jî birîndar

-%80 ji gundên Çemankê hatine valakirin

-6 gundên Kanî Masê û Berwarî hatine valakirin

-Koçberbûna zêdetir ji 2500 malbatan

-Valakirina 85 gundan ji 92 gundên Şeladizê

-Valakirina 42 gundên Dêrelûkê ji 56 gundan

-Valakirina 24 gundên Dînartê ji 91 gundan

-Di 24 salan de 9 kes hatine kuştin û 21 kes birîndar bûne

Parêzgeha Helebçê:

-Astengiya Îranê li ber cotkarên Hewramanê

-Qirêjbûna çavkaniyên avên navçeyê

Komîteyan hejmarek pêşniyaz jî pêşkêşî Parlamentoya Kurdistanê kirin, ji wan jî:

-Hemahengiya Iraq û Herêma Kurdistanê bo parastina sînor

-Raspardina hikûmetê ji bo lihevtêgihiştina siyasî li gel hêzên perçeyên din ên Kurdisanê

-Zêdekirina Hêza Parastina Sînor (yên kurdîaxêv)

-Raspardina hikûmetê ji bo danûstandina qerebûkirina ziyandîtiyan

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 585 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:49:50