Parlamentoya Kurdistanê ji bo piştgiriya Efrînê wê bicive û darên zeytûnan biçîne

Li gor agahiyên ku ajansa Spûtnîk Kurdistanê bi dest xistine, Parlamomntoya Herêma Kurdistanê hefteya pêşiya me ji bo piştgiriya Efrînê wê bicive û darên zeytûnan biçîne.
04.02.2018, Paz - 13:24
Parlamentoya Kurdistanê ji bo piştgiriya Efrînê wê bicive û darên zeytûnan biçîne
Nuçe Belav bike

Parlamentoya Herêma Kurdistanê hefteya pêşiya me bi mijara êrişa leşkerî ya li hemberî Efrînê wê civînekê li dar bixe û di civînê de ji bo rawestandina operasyona leşkerî wê bangî civaka navneteweyî bike. Herwiha ji bo piştigirya Efrînê wê li bexçeyê parlamentoyê 111 darên zeytûnan werin çandin.

Çavkaniyekî ji ofîsa çapemenî ya Parlamentoya Kurdistanê di berdewamiya axaftina xwe ya Spûtnîkê de got: "Parlamentoya Kurdistanê wê piştgiriya xwe ji bo gelê kurd ên Rojava dewam bike. Parlamento hefteya pêşiya me ji bo Efrînê wê civîneke taybet li dar bixe û di civînê de ji bo rawestandina operasyona leşkerî ya artêşa tirk wê bangî civaka navneteweyî bike. Wekî din ji bo piştgiriya gelê Efrînê wê 111 şitlên zeytûnan li bexçeyê parlamentoyê werin çandin."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 826 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:38:56