Parlamentoyê ji ber kuştina 2 mamostayên Hewlêrê daxwaznameyek ji dadgehan re şand

Serokatiya Parlementoya Kurdistanê derbarê kuştina 2 mamostayên Hewlêrê de daxuyaniyek belav kir û daxwaz ji dadgehan kir ku tedbîrên tund li hember wê dozê bigirin û asankariyê nekin.
28.06.2022, Sal - 15:10
Parlamentoyê ji ber kuştina 2 mamostayên Hewlêrê daxwaznameyek ji dadgehan re şand
Nuçe Belav bike

Serokatiya Parlementoya Kurdistanê derbarê kuştina 2 mamostayên Hewlêrê de daxuyaniyek belav kir û daxwaz ji dadgehan kir ku tedbîrên tund li hember wê dozê bigirin û asankariyê nekin.

Herwiha Serokatiya Parlementoya Kurdistanê di daxuniyê de ragihandiye : ‘’Em li Parlementoya Kurdisstanê hevxemiya xwe ji bo vê êrîşa diltezîndûpat dikin û bi girîngî dizanin parlemento û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kar li ser derxistina yasayekê bike ji bo qedexekrina rahiştina çekan û çek ji nava komelgehê were derxistin. Herwiha divê çek ji nava jiyana asayî ya mirovan bê rakirin û sînorek ji van sûcan re bê danîn.’’

Parlementoya Kurdistanê di berdewamiyê jî de gotiye: "Em pîrozbahiyê li hêzên ewlehiyê dikin ku di zûtirîn dem de girtina wan û bang li dadgehan dikin ku tedbîrên herî tund li gorî qanûnê û ne asankariyê werbigirin, da ku tawanên ku ne wek çanda me ne û ne di nav me de ne zêde bibin ku di çanda me de ti kesî serê xwe li hember mamoste û alim ranekiriye, gule li wan nebarandiye.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 490 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:12:09