Parlementerê Goran artêşa Iraqê vexwend Hewlêrê

Parlementerê Tevgera Goran artêşa Iraqê vexwend ku Hewlêr dagir bike.
30.10.2017, Pts - 08:37
Parlementerê Goran artêşa Iraqê vexwend Hewlêrê
Nuçe Belav bike

Bi bahaneya bûyerên nav parlamentoya Kurdistanê, serokê fraksiyona Gorran li parlamentoya Iraqê daxwaz ji serokwezîrê Iraqê kir, pêwîste bikaranîna artêşa Iraqê destverdan li Hewlêrê bê kirin.

Duh êvari 29.10.2017ê seroka fraksiyona Gorran li parlamentoya Iraqê Sîrwe Ebdulwehîd di bernameya televîzyonê ya El Ehd a ser bi milîsên heşdî şeibî de, bi bahaneya wan nerazîbûnên xelkê yên li pêş parlamentoya Kurdistanê û dijî parlamenterekê sivikayiya ji aliyê Pêşmerge ve pêkhatiye daxwaz ji serokwezîr Heyder Ebadî kir, helwêstê xwe ragehîne.

Herwaha di wê bernameya televîzyonê de seroka fraksiyona Gorran behsa vê yekê dike ku pêwîstbû di bûyerên 2 sal berî naha de jî Ebadî destverdan li rewşa herêma Kurdistanê bikira.

Seroka fraksiyona Gorran Sîrwe Ebdulwahîd daxwaz li Heyder Ebadî kir, bila artêşa Iraqê ve destverdanê li Hewlêrê bike.

Duh di civîna parlamentoya Kurdistanê de, parlamenterê Gorran ê ji Gorran hatî derxistin Rabûn Meirûf sivikî bi Pêşmerge û serok Barzanî kir û ji ber vê jî xelkeke zêde hatin pêş parlamentoya Kurdistanê û nerazîbûn nîşandan.

Basnews
Vî nûçeyê tevayî: 1235 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:04:38