Parlementoya Kurdistanê bi rojeva efûya giştî dicive!

Endamê parlamentoya Kurdistanê li lijneya Asayîş û Encûmena xwecihî li Parlamentoya Kurdistanê Nazim Herkî ragihand ku biryare îro 28.11.2017'ê û sibê parlamentoya Kurdistanê li ser efûya giştî dê bicive.
28.11.2017, Sal - 11:01
Parlementoya Kurdistanê bi rojeva efûya giştî dicive!
Nuçe Belav bike

Endamê Parlamentoya Kurdistanê amaje bi vê yekê kir ku civîna pêş de rojeva Parlamentoya Kurdistanê li ser gotûbêja proje yasaya lêborîna giştî ye û pêşneyar tê kirin ku ew lêborîn dê kî li xwe bigre.

Endamê parlamentoya Kurdistanê li lijneya Asayîş û Encûmena Xwecihî li Parlamentoya Kurdistanê Nazim Herkî ragihand: ‘’Biryare îro 28.11.2017'ê û sibê parlamentoya Kurdistanê li ser lêborîna giştî dê bicive û di wê civînê de gotûbêj dê li ser wê yekê bê kirin ka ew lêborîna giştî kî li xwe digre û divê ji çend fîlteran re derbas be.’’

Nazim Herkî herwaha got: ‘’Ew pirs dinav parlamentoyê de dê bê gotûbêj kirin û projeyên nû jî dê bên dayîn û em wek lijneya peyvendîdar raporta xwe dê amade bikin û dê pêşkeşî serokatiya parlamentoyê bikin ku bikeve bernameyê.’’

Heman demê de li gel wan hewldanên parlamentoya Kurdistanê duh serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di civîneke çapemeniyê de aşkera kir, lêborîna giştî wan kesan nagre navxwe ku tewan û tundî li dijî jinan pêkanîne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1169 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:32:13