Partiya Azadiya Kurdistanê zêdebûna hejmara şehîdên xwe aşkere kir

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) danê sibê roja pêncşemê ragihand ku hejmara şehîdên wê zêde bûye.
29.09.2022, Per - 07:53
Partiya Azadiya Kurdistanê zêdebûna hejmara şehîdên xwe aşkere kir
Nuçe Belav bike

PAKê li ser rûpela xwe ya facebookê ragihand, îro demjimêr 3ê sibehê Pêşmergeyekî wê yê birîndar şehîd bûye. Herwiha tekez kir ku hejmara şehîdan gihiştiye asta herî jor.

Ji aliyeke din ve li gor zanyariyên BasNewsê şeva borî pêşmergeyekî Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDK-Î) bi navê Osman Feyza ji ber giraniya birînên xwe şehîd bûye.

Pêştir Dije Terora Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihandibû, ku pasdarên Şoreşa Îranê 4 êrişên mûşekî bo ser Herêma Kurdistanê encam dane û di encamê de 13 kes hatine kuştin û 58 kesên din jî birîndar bûne.

Êrîşê baregehên Partiya Azadiya Kurdistanê li Parde, Keleha Demokrat a Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê li Koyê, baregehên Komeleya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê û Komeleya Şoreşgerên Zehmetkêşên Kurdistana Îranê li Zirgwêz li Silêmaniyê kirin armanc.

Li gor zanyariyên Dijî Terorê, zêdetir ji 70 mûşekên balistîk û firokeyên bê firokevan yên Fetih ji nav axa Îranê di çar qonaxan de hatin avêtin: qonaxa yekem, tenê bi rêya mûşekên balistîk, qonaxa duyem, bi mûşekên balistîk û firokeyên bêfirokevan ên bombekirî, qonaxa sêyem, balistîk. Mûşekan bi alîkariya firokeyên bêpîlot ên çavdêriyê û qonaxa çarem tenê bi rêya mûşekên balîstîk bûye.

Herwiha tiştê ku heta niha tê zanîn ew e ku êriş li devera Selasî Bavacan a parêzgeha Kirmaşanê ya ser bi devera Serdeşt a parêzgeha Urmiyê ya ser bi rêveberiya Raperînê ve hatine kirin, di nav awan de cihên giştî wek kreş, dibistan, navendên tenduristiyê, nexweşxane. Salonên şahiyê û wesayîtên servîsê û malên sivîlan bûne hedef.

Hevdem firokeyeke din a bê firokevan a Îranê li bajarê Koyê berî ku bigihe armanca xwe ketiye xwarê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 542 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:11:51