Partiya Komînist a Iraqê pişgrî da serxwebûnê

Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandekî bilind a Partiya Komînist a binavê Hizba Şuî ya Iraqê kir. Kawa Mehmud Sekreterê Partiya Şuî ya Kominîst pişgriya xwe bo serxwebûna Kurdistanê anî ziman.
12.05.2017, Cum - 09:08
Partiya Komînist a Iraqê pişgrî da serxwebûnê
Nuçe Belav bike

Her wiha Ebu Karwan Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Komînist jî di komcivîna bi Serokê Herêma Kurdistanê de cih girt. Mêvanan behsa şerê terorîstên DAIŞê û serkeftinên hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê û her wiha gefên terorîstan li her sê asta navxweyî, herêmî û cîhanî kirin.

Derbarê encamdana prosesa referandûmê de jî şanda mîhvan, ragihand, ku ew wekî Partiya Şuî herdem li gel daxwazên gelê Kurdistanê ne. Şandeya Mêvan bi Serokayetiya Rayd Fehmî Sekreter û Mufîd Elcezayîrî û Besam Mehî û Şimêran Merkil û Îzet Ebutemen Endamên Mekteba Siyasî ya wê partiyê pêkhatibûn.

Kawa Mehmud Sekreterê Partiya Şuî ya Kominîst a Kurdistanê û Ebu Karwan Endamê Mekteba Siyasî ya wê partiyê jî di civînê de bûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1430 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:14:40