Partiyên Kurdistanî: Em êrîşa hovane û dijminane ya li ser Hewlerê rûreş dikin

Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û Tevgera Demokratîk a Kurdistanê (TDK-Tevger) bi daxuyaniyeke hevbeş ve êrîşa mûşekî ya li ser Hewlêrê şermezar kirin.
13.03.2022, Paz - 10:17
Partiyên Kurdistanî: Em êrîşa hovane û dijminane ya li ser Hewlerê rûreş dikin
Nuçe Belav bike

Daxuyaniya Partiyên Kurdistanî waha ye;

Şeva 13.03.2022yê li dora seet yekê, hêzên terorîst ji derveyî sinorê Herêma Kurdistanê bi mûşekan êrîş birin ser xaka Herêma Kurdistanê . Li gorî agahdarîyên gelek çavkanîyan , van mûşekan ji nav sinorê Dewleta Îranê ve hatine avêtin. Cûreyên van mûşekanjî nîşan dide ku dewletek li pişta van terorîstan e.

Vê carê firokexaneyê Hewlêrê û Konsolxaneya Amerîkayê û hinek bînkeyên serbazî yê Herêma Kurdistanê bûne armanca êrîşên muşekî.

Cîhê dilxweşîyê ye ku di encama van êrîşan de zerareke canî negihîştîye gelê me yê Hewlêrê, lê gelek xanî û cîh û warên sivîlan û herweha avahîya Telewîzyona Kurdistan24ê zerareke mezin dîtine.

Van êrîşên terorîstan ne tenê binpê kirina serweriya dewleta Iraqêû Herêma Kurdistanê ye, her ûsa hişyarî ye bo Herêma Kurdistanê jî.

Terorîstên ku ev êrîşa kirine û yên li pişta wanin, bi van êrîşên hanê ve carekedinê nişan dane, ku li dijî pêşve çûna Hêrema Kurdistanê ne û her gef in li ser deskevtiyên vê beşa welatê me.

Em bi tundî van êrîşan mehkûm dikin û ji karbidestên Baxdayê daxwaz dikin, da ku li hember vê êrîşa hanê halwest bigirin.

Em ji Neteweyên Yekbûyî (UN) û dewletên Rojava û bi taybetî ji Dewletên Yekbûyî yên Emerîka(ÛSA) daxwaz dikin, ku ji bo parastina xwe pirtir alikariya Herêma Kurdistanê bikin.

Em ji sazî û dezgehên mîrovî yên navnetewî dixwazin, ku dengê xwe li dijî van êrîşên terorîstan bilind bikin.

Daxwazên me ji hemû hêzên welatparêz û dezgehên fermî û yên sivîl yên Başûrê Kurdistanê ev e ku bona parastin û pêşdebirina deskevtiyên netewî yên li Herêma Kurdistanê destê xwe bidine hevdu û bona pêşî lê girtina êrişên bi vî rengî yekitiya xwe xurttir bikin.

Em dibêjin hemû Kurd û Kurdistanîyên li her çar perçeyên Kurdistanê û yên li her alîyê cîhanê jî divê destkeftîyên Herêma Kurdistanê biparêzin, lê xwedî derkevin.

- Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK)

- Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK)

- Tevgera Demokratîk a Kurdistanê (TDK-Tevger)

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 922 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:53:23