PCK: Helebçe Gerek Wek Jenosîd bê Naskirin

Platforma Ciwanên Kurd, 34. salvergera 'komkujiya Helepçeyê' ku ji aliyê Rejîma Baas'ê de hat pêkhatin nivîsek weşand.
16.03.2022, Çar - 07:57
PCK: Helebçe Gerek Wek Jenosîd bê Naskirin
Nuçe Belav bike

Di ser komkujiya Helebçeyê re 34 sal derbas bû. Beriya 34 salan di 16’ê Adara 1988’an de li Helebce li ber çavên hemû cîhanê jenosîdeke mezin ji aliyê rejîma Baas ve hat kirin.

Di jenosîda Helebçeyê de 5 hezar Kurdên sivîl hatin qetilkirin. Bi hezaran Kurd birîndar bûn. Dewletên Ereb Ewropa, DYE û Yekîtiya Sovyetê li hemberî vê qirkirinê bêdeng mabûn. Vê jenosîdê şermezar nekirin.

Jenosîda Helebçeyê di çarçoveya operasyona Saddam Husên de bû, ku navê wê “Enfal” kiribû. Rejîma Baasê ji bo ku kurdan tune bike û têkoşîna netewî bi dawî bike operasyona Enfalê da destpêkirin. Di çarçoveya vê plana qirkirinê de herî zêde 182 hezar Kurd hatin qetilkirin. Bi hezaran kurd ji cih û warên xwe bûn. Bi hezaran jin rastî tecawizê hatin. Kurdên sivîl li çolan bi saxî di bin axê de hatin veşartin. Dema ku tarîx 16ê Adara 1988an nîşan da, rejîma Baasê qirkirina kurdan a girseyî ku wê bikeve dîrokê pêk anî.

Weke Platforma Ciwanên Kurd em şehîdên Helebçeyê bi rêzdarî bi bîr tînin. Em dixwazin ev komkujî weke jenosîd bê naskirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 617 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:42:56