PDK: Em beşdarî hilbijartinan nabin
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ragihand, “Em beşdarî hilbijartinan nabin ku bi awayekî neyasayî hatine ferzkirin.”
18.03.2024, Pts - 11:38
Dadgeha Bilind a Federal a Îraqê hejmara kursiyên li Parlamentoya Kurdistanê kêm kiribû û kotaya kêmaneyan betal kiribû.
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) diyar kir ku wan piştî biryara Dadgeha Bilind a Federal a Îraqê ev biryar daye.
PDKyê di daxuyaniya xwe de got:
“Em di çarçoveya misyona xwe ya dîrokî û berjewendiyên xwe yên neteweyî de beşdarî wan hilbijartinan nabin ku bi awayekî nesayayî hatine ferzkirin.”
Tê nûkirin…
Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 433 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:18:01