PDK: Hewl hat dayîn ku xaleke pasewanên liqê me yê li Kerkûkê girtin

Buroya Rêxistinî ya Parêzgeha Kerkûk-Germyanê ya PDK’ê dibêje, “Îro danê sibê bi hewleke tirsonek, teqe li baregeha Liqê Sêyem ê partiya me li Kerkûkê hat kirin, ku armanca wê girtina xaleke pasewanên baregehê bû.”
27.07.2024, Cts - 16:22
PDK: Hewl hat dayîn ku xaleke pasewanên liqê me yê li Kerkûkê girtin
Nuçe Belav bike

Di daxuyaniyê de hat ragihandin: “Îro danê sibê bi hewleke tirsonek, teqe li baregeha Liqê Sêyem a partiya me li Kerkûkê hat kirin ku diyar e ku armanca wê, girtina xaleke pasewanên baregehê bû.”

Herwiha diyar kir, “Armanca êrîşkeran girtina xaleke baregehê bû, ku pêşî gulebaran kirin û piştre bikevin nava baregehê û kiryarên terorîstî bikin, di êrîşê de ti ziyanên canî nebûn, lê ev pêşhateke xirab e û divê mijar bi berfirehî were lêkolînkirin.”

Buroya Rêxistinî ya Parêzgeha Kerkûk-Germyanê ya PDK’ê tekez dike, “Ji ber vê yekê em vê êrîşa nezok û tirsonek bi tundî şermezar dikin, eger di bin nav û perdeyeke veşartî de pêk were, divê demildest tawanbar bên girtin û darizandin.”

Herwiha amaje bi wê jî kir, “PDK berdewam e li helwest û siyaseta xwe ya dûr û dirêj ji bo paşeroja Kerkûkê ku aştî, pêkvejiyan û aramî ye, ji bo bidestxistina armancên gelê me û xizmetkirina welatiyên hêja yên bajêr. Hewldanên bi vî rengî dê me ji xizmetkirina Kerkûk û gelê wê yê têkoşer sar neke.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 273 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:08:38