PDK-Î daxwaza aramkirina aloziya di navbera herdu baskên Komela Zehmetkêşan dike

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î) daxwaza aramkirina rewşa ku îro di navbera Zehmetkêşên Kurdistanê û Komela Şoreşgerî ya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê li gundê Zirgiwêz derketiye, dike.
22.06.2023, Per - 10:18
PDK-Î daxwaza aramkirina aloziya di navbera herdu baskên Komela Zehmetkêşan dike
Nuçe Belav bike

Îro danê sibê li gundê Zirgiwêz ê parêzgeha Silêmaniyê şer û pevçûn di navbera Komaleya Zehmetkêşên Kurdistanê û Komela Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê de derketin. Di encamê de du Pêşmergeyan canê xwe ji dest dan.

Navenda Rêveber a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î) derbarê vê aloziyê de, bi daxuyaniyekê daxwaz ji partiyan kir ku xwe bigirin û rê nedin rewş tal û aloztir bibe.

Navenda Rêveber a PDK-Î tekez kir, tiştê bûye ne di berjewendiya Komale û ne jî di berjewendiya tevgera Kurd de ye, ji bo çareseriya pirsgirêkan jî, ev rewşa derketiye ne çareseriyeke guncaw e.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê di daxuyaniyekê de ragihand, ji bo rêgirtina li her aloziyeke zêdetir, ew amade ne rewşê aram bikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 288 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:00:52