PDKê ji bo serxwebûna Kurdistanê biryara xwe da

Encumena Serkirdatiya PDKê îro di bin serkirdatiya Mesûd Barzanî de civiya û derbarê 6 mijaran de gotûbêj kir, ku yek ji mijaran, behsa serxwebûna Kurdistanê bû. PDKê derbarê serxwebûna Kurdistanê de biryar a, ku 2 komîte werin amadekirin, da ku serdana Bexdayê bikin û wê mijarê bi berpirsên iraqî re bi zelalî û bi bi awayekê aşkere gotûbêj bikin.
08.02.2017, Çar - 17:41
PDKê ji bo serxwebûna Kurdistanê biryara xwe da
Nuçe Belav bike

Îro çarşemî 8ê Sibata 2017ê, Encumena Serkirdatiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bi serpireştiya Serokê wê partiyê Mesûd Barzanî li bajarokê Pîrmamê yê girêdayî Hewlêrê civiya. Di civîna îro de, endamên Encumena Serkirdatiya PDKê derbarê 6 mijaran de gotûbêj kirin, ku yek ji wan mijaran jî şandina 2 komîteyan ji Herêma Kurdistanê ve bo Bexdayê bû.

Di dawiya civîna îro ya Encumena Serkirdatiya PDKê de, daxuyaniyek hat belavkirin. Li gorî daxuyaniyê, dê 2 komîte ji Herêma Kurdistanê ve serdana Bexdayê bikin, da ku mijara serxwebûna Kurdistanê û çareserkirina arîşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê de gotûbêj bikin.

Li gorî daxuyaniyê, dê komîteyek ji wan her du komîteyan, siyasî be û ya din jî hikûmî be. Hat zanîn, ku di civîna îro ya serkirdatiya PDKê de bi hûrî li ser wê mijarê gotûbêj hatiye kirin.

Weke ku di daxuyaniya piştî civînê de hatiye belavkirin, 6 mijarên têkildarî rewşa Kurdistanê, Irqê û herêmê di civîna îro ya serkirdatiya PDKê de hatine gengeşekirin.

Li gorî daxuyaniyê, mijarên ku gotûbêj li ser wan hatiye kirin, ev in:

Mijara Yekem: Siyaseta navdewletî û guhertinên di pêwendî û nêrînên derbarê çareserkirina arîşeyên Rojhilata Navîn de, her weke guhertin di siyaseta Amerîkayê ya li hember mijarên giringên herêmê de, pêwîstî bi nirxandineke nû û çavdêrîkirinê heye.

Mijara Duyem: Derbarê mijara serxwebûna Kurdistanê de, ku di serdana Barzanî ya bo Bexdayê de û hem jî di serdana şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo Bexdayê de jî, bi zelalî û aşkera ligel Serokwezîr û Hevpeymaniya Niştimanî hatibû behskirin, di wê serdana çend rojên bihorî ya şanda Hepeymaniya Niştimanî ya bi serokatiya Emar Hekîm bo Herêma Kurdistanê de,ew mijar hat dubarekirin, her weke ku biryar bû du komîte serdana Bexdayê bikin. Komîteyeka hevbeş a aliyên siyasiyên Kurdistanê, ku behsa hemû pirsgirêkan û di serî de jî behsa mijara serxwebûna Kurdistanê bike, herwiha komîteyeke pisporî ya hikûmetê ji bo berdewamîdan bi gotûbêjan, bo çareserkirina arîşeyên navbera her du hikûmetên Herêma Kurdistanê û Bexdayê.

Mijara Sêyem: Parlamentoya Iraqê û yasaya hilbijartinan, piştî ku hewlên ewên li dijî pêkve karkirinê û rêvebirina Iraqê bi awayekê hevbeş û li gorî lihevkirina hemû pêkhateyên netewî, olî û mezhebî yên Iraqê serkevtî bûn, û ew lihevkirin nehîştin û destûr piştguh xistin û nahêlin were cîbicîkirin, civîn wan kirdaran bi vegera ber bi reftara hikûmetên yek li pey yekên berê dizane û di berjewendiya pêkhateyan de nîne, her weke wê yasaya ku kar pê tê kirin, tenê di xizmeta aliyekê de ye ku pêwîst e pêdeçûn têde were kirin, bi şêweyekê ku di xizmet û qazanca hemû pêkhateyan de be.

Mijara çarem: Derbarê proseya siyasî ya navxwe ya Kurdistanê de, li gorî nirxnadina rewşa navdewletî, herêmî û navxweyî, bo amadebûna li hember hemû astengiyan û pîlanên neyaran (dijminan), bo rêkxistina nav mala Kurdistanê û ber bi yekrêzî û tifaq û yekhelwestiyê, partiya me dê berdewam be li ser hewlên xwe û gotûbêjên ligel aliyên beşdar di proseya siyasî de, ji bo berjewendiya mafên netewî û niştimaniyên me û asûdebûna xelkê Kurdistanê.

Mijara Pêncem: Derbarê rewşa parçeyên din ên Kurdistanê de û guhertina ku di wan çend mehên dawiyê de qewimî, û guhertina nexşeya hevpeymanîtî û pêwendiyan ku bi qazanca gelê me nayê zanîn, û beşeke vê mijarê vedigere bo beşek ji siyaseta şaş a çend aliyên beşdar di proseya siyasî de û wernegirtina mifayê ji wan guhertinên giring ên ku li herêmê çêbûn, her ji ber wê jî yekrêziya hemû aliyan û beşdariya hemû hêz û şiyanan li gorî encamên guhertina hevpeymanîtiyê û guhertina nêrîna dewletan li ser çareseriya arîşeyan li herêmê bi giştî û mijara mafê kurd bi tyabetî, li cem me gelek giring e ji bo gihîştina bi armancê.

Mijara şeşem: Rewşa navxwe ya partiya me, piştî biryarên Barzanî bo ji nû ve rêxistinê û pêkanîna çend komîteyan û amadekirina lêkolînê û raportên pêwîst bo zêdetir çalakkirina karê partiyê û guncandina wê ligel şertûmercê niha û di jêr ronahiya wan raport û lêkolîan de, biryar hat dan ku guhertin di staf û berpirsên çendîn dezgeh, naved û boruyên (mektebên) navendî yên ser bi polîtboruyê de were kirin, her weke ku çendîn guhertin di asta berpirsên liqan de hat kirin, û ev prose jî weke proseyeke asayî ya partayetî û rêxistinî dê berdewam be.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 597 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:38:59