PDK li Mexmûrê bû partiya yekem

Di hilbijartinên encumenên navçeya Mexmûrê de, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) piraniya dengan bidest xist.
19.12.2023, Sal - 06:54
PDK li Mexmûrê bû partiya yekem
Nuçe Belav bike

Herwiha Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) jî li Mexmûrê bû duyem.

Nûçegihana ajansa Rûdawê got, “Li navenda Mexmûrê 5 navendên dengdanê hebûn.

Li gorî encamên destpêkê yên ne fermî Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) 2 hezar û 101 deng bi dest xistiye.

Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) jî 915 deng bi dest xistin.

Li bajarê Kerecê PDKyê 2 hezar û 100 deng û YNKyê jî 280 deng bidest xistin.”

Berpirsê Rêxistina Mexmûrê ya PDKyê Kirekar Şakir vê serkeftinê bi alîgirên partiyê re pîroz kir.

Kirekar Şakir spasiya xelkê herêmê kir.

“Kurdan nîşan da ku Mexmûr Kurd e”

Şakir anî ziman ku wan serkeftineke mezin bi dest xistine û wiha pê de çû, “

PDK di hemû hilbijartinên Mexmûrê de bê rikaber e. Em spasiya birayên xwe yên Ereb jî dikin ku li Kerecê deng dane me.

Me ji bo birayên xwe yên Ereb ên Mexmûrê jî xizmet kir. Kurdan nîşan da ku Mexmûr Kurd e û girêdayî Hewlêrê ye.

Rêvebera Rêxistina 23yan a PDKyê Nerîman Mele Ezîz jî diyar kir ku li Mexmûr, Kerec û Gwêrê dengdan bi awayekî herî azad û demokratîk derbas bû.

Nerîman Mele Ezîz ji ajansa Rûdawê re axivî û got, “Piştgiriya birayên Ereb pir girîng e.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 311 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:01:21