PDK pîrozbahiyê li YNKê dike û tekezî li ser hevahengiya aliyên siyasî dike

Polîrburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di 49emîn salvegera damezrandina YNKê de, tekezî li ser hevahengî û yekrêziya di navbera hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê de dike ji bo çareserkirina arîşeyên niha û parastina destkeftên gelê.
01.06.2024, Cts - 16:27
PDK pîrozbahiyê li YNKê dike û tekezî li ser hevahengiya aliyên siyasî dike
Nuçe Belav bike

Polîtburiya PDKê îro 1ê Hezîranê arasteyî Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafel Talebanî û endamên Polîtburoyê û Encûmena Bilind a Siyasî û Berjewendiyên YNKê kir.

Di peyamê de hat gotin: “Bi boneya 49emîn salvegera damezrandina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), em pîrozbahiyeke germ li we, kadro, endam û alîgirên partiya we ya têkoşer dikin û hêviya berdewamî û serkeftinê ji we re dixwazin.”

Polîtburoya PDKê tekez li ser pêwîstiya hemahengî, yekrêzî û tekoşîna hevbeş li kêleka hemû hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê kir ji bo çareserkirina arîşeyên niha û parastina destkeftên gelê me û berevanîkirina li qewareya Herêma Kurdistanê û bihêzkirina saziyên wê.

Yekemîn civîna avakirina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) di 22’ê Gulana 1975’an de li Sûriyeyê hat lidarxistin. Civîna duyemîn jî di 27ê Gulana heman salê de li Berlînê bi serperiştiya Sekreterê koçkirî yê YNKê Celal Talebanî hat lidarxistin û 1ê Hezîrana 1975an bi fermî damezirandina YNKê hat ragihandin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 645 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:39:11