PDK: Vê qonaxa hesas de hestên niştimanî berevaniya Kurdistanê bikin

Partiya Demokrata Kurdistanê derbarê rewşa Herêma Kurdistanê piştî êrişên Heşda Şeibî û Artêşa Iraqê de daxuyaniyek belav kir û ragihand, bi nirxandineke realîtîk rewşa Kurdistanê hesas e.
07.11.2017, Sal - 14:05
PDK: Vê qonaxa hesas de hestên niştimanî berevaniya Kurdistanê bikin
Nuçe Belav bike

PDK\'ê cardin ragihand, ew a ku di 16\'ê Cotmehê de li Kerkûkê qewimî, “ji ber xiyanet û rêkevtina jêr bi jêr a çend kesên di nava partiyeke Kurdistanî de çêbû û tekez kir, ku berpirsên wê partiyê jî di daxuyaniyên xwe bi zelalî ew amaje bi wê xiyaneta aşkere kirine.”

Serkirdatiya PDKê herwiha tekez kiriye, ku di encama êrişên Heşda Şeibî û Artêşa Iraqê de, bi dehan hezar malbatên Kurd, Ereb û Tirkmen ji Kerkûk, Xurmato, Xaneqîn û navçeyên derdora wan aware bûne p bi sedan kes jî şehîd û birîndar bûne.

Di beşeke din a daxuyaniyê de tê gotin: “Ewa ku bi xwînê û xebata çendîn salan destê kurdan ketibû, bi xiyanet û rêkevtina çend kesan û di nava çend saetan de kete ber metirsiya bi hederdanê, her çend ku bi wê pîlanê û siyasetê nasnameya wan navçeyan nayê guhertin, û her weke ku çawan berê siyaseta bi erebkirinê serkevtî nebûye, ji niha pê ve jî serkevtî nabe.”

Serkirdatiya PDKê amaje bi wê yekê jî dike, ku rewşa Kurdistanê hesas e û daxwaz ji hemû alî û hêzên Kurdistanî dike, ku hest bi berpirsatiya niştimanî û netewî bikin û di asta vê qonaxa hesas de bin û berevaniyê li Kurdistanê bikin.

rûdaw
Vî nûçeyê tevayî: 1243 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:32:28