PDK û YNKyê bangî Kurdan kir: ‘Herin ser sindoqan’

PDK û YNK bi lîsteyên cuda ketin hilbijartinên encûmena parêzgeha Kerkûkê.
18.12.2023, Pts - 11:13
PDK û YNKyê bangî Kurdan kir: ‘Herin ser sindoqan’
Nuçe Belav bike

Her du partiyan bangî hilbijêran kir ku “biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin.”

Li Kerkûkê pêkhateyên bajêr bi 12 hevpeymaniyên cuda beşdarî hilbijartinên encûmena parêzgehê bûn ku piştî 18 salan tên kirin.

Di hilbijartinên 2005an ên encûmena parêzgeha Kerkûkê de “Lîsteya Biratiyê” ya bi serokatiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ji 41 kursiyan 26 kursî wergirtibûn û parêzgarî bûbû heqê Kurdan.

Partiyên Kurdan bi 5 tifaq û lîsteyan beşdarî van hilbijartinan dibin.

YNKyê bi Partiya Komunîst re tifaq kir û PDKyê jî bi hinek partiyên din ên biçûk re hevpeymaniyek çêkir.

Hevpeymaniya Meşaleyê ya ku ji aliyê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtû) û Komela Dadperweriyê (Komel) ve hatiye avakirin bi lîsteyekê û Nifşê Nû (Newey Nwê) û Partiya Sosyal Demokrat jî bi lîsteyên cuda beşdarî hilbijartinan dibin.

Partiya Zehmetkeşên Kurdistanê jî biryar da ku beşdarî hilbijartinên encûmenên parêzgehan nebe.

Herwiha Tevgera Goranê jî biryar da ku bi tena serê xwe beşdar bibe û hinek partiyên din ên Kurdan dê li Kerkûk û parêzgehên din bi berbijêrên serbixwe rikaberiyê bikin.

"Dengê xwe bidin"

Serokê lîsteya PDKyê Hesen Şêxanî piştî dengdanê bangî hilbijêran kir û got, “Girîng e ku welatî biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin.”

Serokê lîsteya PDKyê Hesen Şêxanî diyar kir ku tevlîbûna hilbijartinê baş e lê hêviya wan zêdetir e û anî ziman:

“Pêwîst e welatî biçin ser sindoqan û pêşeroja me wekî pîvan li ber çavan bigirin da ku em xizmeta wan bikin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 325 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:57:58