Penaberên Rojavayê Kurdistanê yên ji Sûdanê hatine nikarin xwendina xwe bidomînin

Penaberên Rojavayê Kurdistanê yên ji Sûdanê hatine Herêma Kurdistanê nikarin xwendina xwe berdewam bikin.
15.11.2023, Çar - 06:23
Penaberên Rojavayê Kurdistanê yên ji Sûdanê hatine nikarin xwendina xwe bidomînin
Nuçe Belav bike

Hezîrana îsal, 830 penaberên Rojavayê Kurdistanê, ji ber şerê li Sûdanê, bi alîkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, hatibûn veguhastin.

Ew penaber ku beşeke mezin a wan xwendkar bûn, li deverên cuda yên Herêma Kurdistanê bi cih bûbûn.

Ew xwendekar nikarin li Herêma Kurdistanê xwendina xwe berdewam bikin.

Sedem jî ew e ku divê ew belgeyên xwe yên xwendinê yên li Sûdanê pesend bikin.

Rûdaw çû mala yek ji penaberan ku 6 zarokên wî li Sûdanê dixwendin.

Malbat dibêje ew niha nikare here wan belgeyan li Sûdanê pesend bike.

Piştî belavbûna raporta Rudawê, Nûnerayetiya Herêma Kurdistanê ya Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ji wan malbatan dixwaze ku biçin seredana ofîsa wan ji bo ku navê wan tomar bikin.

Berpirsê Komîteya Karûbarên Penaberan a Nûnerayetiya Herêma Kurdistanê ya ENKSyê Fadil Delê ji Rûdawê re diyar kir ku ew dixwazin alîkariya wan xwendekaran bikin.

Fadil Delê da zanîn ku her kesê ku bixwaze xwendina xwe berdewam bike ew dê hewl bidin pirsgirêkên wan li wezaretên pêwendîdar ên Herêma Kurdistanê çareser bikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 552 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:59:40