Pênc hezar ton petateyên Kurdistanê bo Îmaratê tên hinardekirin

Ji bo sala duyemîn li ser hev, nêzî 5 hezar ton petateyên cotkarên Herêma Kurdistanê bo Îmaratê tên hinardekirin.
22.07.2024, Pts - 16:01
Pênc hezar ton petateyên Kurdistanê bo Îmaratê tên hinardekirin
Nuçe Belav bike

Di çarçoveya rêkeftina di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û kompanyayeke Îmaratî de, nêzîkî 5 hezar ton petateyên xwemalî yên cotkarên Herêma Kurdistanê hinardeyî Îmaretê tê kirin.

Xwediyê kompaniya “Aura” Hacî Sabir Xoşnaw ji K24ê re ragihand, îro çar konteynerên petateyan ku digihe nêzîkî 100 ton petate ji Îmaratê re tên şandin.

Hacî Sabir Xoşnaw eşkere kir, proseya hinardekirinê dê di nava 15 heta 20 rojan de berdewam bike, heta ku ew hemû 5 hezar ton petate bo wî welatî tên şandin.

Par bo cara yekem, zêdetirî 13 hezar ton petate ji Îmarat û Erebîstana Siûdî re hatibû hinardekirin. Hacî Sabir Xoşnaw jî got, ew plan dikin îsal zêdetirî 25 hezar ton petate hinarde bikin welatên Kendavê.

Li Herêma Kurdistanê nêzîkî 30 cureyên petateyan tên berhemanîn. Li gorî xwediyê kompanyaya Aura, kalîteya petateyên cotkarên Herêma Kurdistanê li ser asta Rojhilata Navîn baştirîn e, lewma jî li welatên Kendavê daxwazeke mezin li ser tê kirin.

Hacî Sabir Xoşnaw spasiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Rêveberiya Giştî ya Çandiniyê ya Hewlêrê û aliyên peywendîdar kir, ji bo hewlên wan ên bazarkirina berhemên cotkaran û berdewamiya piştevaniya wan ji sektora çandiniyê bi giştî.

Ji sala 2009an ve, çandiniya petateyan li Herêma Kurdistanê bipêş ketiye. Petata li ser du cureyan tê dabeşkirin, petatayên xwarinê, ku nêzîkî 30 cureyên wan hene. Herwiha petatayên pîşesazî jî ku nêzîkî şeş cureyên wan hene, ji bo çips û finger têne bikaranîn.

Bi piştevaniya Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, çendîn berhemên çandiniyê yên cotkarên Herêma Kurdistanê gihîştine asta têra bazarên navxwe bike û par çend cure berhem jî hatin hinardekirin.

 

 

K24
Vî nûçeyê tevayî: 306 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:30:02