Pêşewa Hewramanî: Bexda tenê bi rêya Hikûmeta Herêma Kurdistanê mûçeyên fermanberên Herêmê dişîne

Serokwezîrê Îraqê Serokwezîrê Herêma Kuridstanê piştrast dike ku ew dê tenê bi rêya Hikûmeta Herêmê mûçeyên fermanberên Herêmê bişînin.
16.10.2023, Pts - 05:58
Pêşewa Hewramanî: Bexda tenê bi rêya Hikûmeta Herêma Kurdistanê mûçeyên fermanberên Herêmê dişîne
Nuçe Belav bike

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Pêşewa Hewramanî, ji bo K24ê ragehand ku Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştrast kiriye ku Hikûmeta Îraqê dê mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê rasterast neşîne ji ber ku tiştekê destûrî nîne, belkî ew dê bi rêya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bişîne.

Ev di demekê de ye ku berî heyamekê firaksiyonên Yekîtiya Niştîmanî û Nifşê Nû û Komelê û Yekgirtûyê li perlemana Îraqê îmza ji bo şandina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê bi rengekî rasterast ji aliyê Bexdayê ve kom kiribûn.

Li roja 11ê Cotmeha 2023ê, Berdevkê Hikûmeta Herêma Kuridstanê, Pêşewa Hewramanî, di kongireyekî rojnamevanî de li ser mûçeyên mehên 10, 11 û 12 yên îsal ragehandibû, ew 700 milyar dînarên ku ji Bexdayê bi qer ji bo Herêma Kurdistanê tên şandin, Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê wan mehan pê pir bike yên ku mûçeyên wan nedane, anku mehên 7, 8 û 9 ên îsal.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 421 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:41:53