Pêşmerge daxwazeke artêşa Iraqê red kir

Hêzeke artêşa Iraqê şeva borî li qezaya Xurmatuyê bi ser sengerên Pêşmerge de hate û daxwaz ji Pêşmerge kir ku wê deverê radestî wan bike, lê Pêşmerge ew daxwaza artêşa Iraqê red kir.
29.06.2022, Çar - 13:49
Pêşmerge daxwazeke artêşa Iraqê red kir
Nuçe Belav bike

Peyamnêrê K24ê li Germiyanê li ser zarê jêderekî ewlehiyê da zanîn, şeva borî li qezaya Xurmatuyê hêzeke artêşa Iraqê bi tank û zirîpoş bi ser sengerên Pêşmerge de hate û daxwaz ji Pêşmerge kir ku rêbenda Xirwelî radestî wan bike, lê Pêşmerge ew daxwaza artêşa Iraqê red kir û ji wê hêzê re got, ew ji sala 2003an li vê rêbendê ne û bi ti awayekî jê dernakevin.

Peyamnêrê me da zanîn jî, li ser vê pirsê û rewşa ewlehiya wê deverê, îro şandeke Pêşmerge û artêşa Iraqê civiyan û fermandarên Pêşmerge di civînê de tekezî li ser mana li wê rêbendê kirin.

Peyamnêrê amaje bi wê de, her di wê civînê de her du aliyan guftûgo li ser dagirtina valahiyê ewlehiyê ya li wan navçeyan kirin ku di çend rojên borî de ji wan navçeyan ve êrîş li kêlgeha gazê ya Koromêr hatibûn kirin.

K24
Vî nûçeyê tevayî: 507 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:47:20