Pêşmerge li Mexmûrê operasyon pêk anî

Hêzên Pêşmerge li quntara Çiyayê Qereçûxê li sînorê qezaya Mexmûrê ji bo nehiştina çekdarên DAIŞê operasyonek destpê kirin.
15.12.2022, Per - 10:53
Pêşmerge li Mexmûrê operasyon pêk anî
Nuçe Belav bike

Fermandarê Lîwaya 18 a Bejayî ya Wezareta Pêşmerge jî dibêje, ew dê operasyonên bi vî awayî berdewam bikin.

Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihandiye, roja Çarşembê 14ê Kanûna 2022an Lîwaya 18 a Bejayî ya Wezareta Pêşmerge di bin serpireştiya Mîhwera 6 a Hêzên Pêşmerge de operasyonek li dijî DAIŞê li quntara Çiyayê Qereçûxê destpê kir.

Li gor Wezareta Pêşmerge, operasyon li gundên quntara Çiyayê Qereçûxê tê kirin û armanc ji operasyonê jî “paqijkirina navçeyê ji çekdarên DAIŞê” ye.

Fermandarê Lîwaya 18 a Bejayî ya Wezareta Pêşmerge yê bi pile Emîd, Ziryan Îsmaîl Xelîfe ragihand, “Operasyonên bi vî rengî dê berdewam bin. Pêşmerge hertim li hember her liv û gefên terorîstan hişyar e.”

Li gorî agahiyên Rûdawê, di encama operasyonê de ti çekdarên DAIŞê nehatine kuştin û ti şer û pevçûn çênebûne, herwiha operasyon û lêgerînên li deverê tenê ji bo aramkirina rûniştvanên wê deverê û parastina deverê ji çekdarên DAIŞê bûye.

DAIŞê di Hezîrana 2014an de li nav axa Iraqê dest bi êrîşên xwe kir û Mûsil û gelek deverên sunnî yên Iraqê kontrol kirin; Di Tebaxa 2014an de, bi alîkariya Hevpeymaniya Navdewletî û ji aliyê Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê rastî yekem şikestina xwe hat.

Di sala 2017an de bidawîbûna xîlafeta DAIŞê li Iraqê hat ragihandin, lê yek ji cihên ku paşmahiyên DAIŞê wek penageh bikar tînin Çiyayê Qereçûxê li sînorê qezaya Mexmûrê ye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 317 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:42:43