Pêşmerge û Hevpeyman ji bo çaksaziyan hevahengiyê dikin

Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hêzên Hevpeymanan ji bo rêkxistina hêzan û çaksaziyên Wezareta Pêşmerge kar dikin.
29.07.2024, Pts - 10:12
Pêşmerge û Hevpeyman ji bo çaksaziyan hevahengiyê dikin
Nuçe Belav bike

Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê duh parve kir, “Serokerkanê Wezareta Pêşmerge Ferîq Rukin Îsa Uzêr bi Berpirsê Nivîsîngeha Alîkariya Ewlehî yê Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê li Herêma Kurdistanê Kolonel Givin Rays re civiya.”

Li dû wê ragehandinê, di wê civînê de behsa peywendiyên navbera Wezareta Pêşmerge û tîma şêwirmendên serbazî yên Amerîkayê û hêzên Hevpeymaniya Navdewletî hat kirin, herwesa tekez li ser hevahengiya berdewam a navbera wan jî hat kirin.

Di wê civînê de, amaje bi pêngavên Wezareta Pêşmerge li ser çaksazî û berdewamîdana bi karên rêkxistina hêzan di çarçoveya firqeyan de hat dan, herwesa bi giringî ve amaje bi berdewamiya alîkariyên Hevpeymanan û xasma alîkariyên tîma şêwirmendên serbazî yên Amerîkayê ji bo hêzên Pêşmergeyan hat kirin

 

Vî nûçeyê tevayî: 297 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:53:27