Pêşmerge û Hevpeyman pêngavên yekkirina hêzên Pêşmergeyan bilez dikin

Serokerkanê Wezareta Pêşmerge û Fermandeyê Hêzên Hevpeymanan li Herêma Kurdistanê danûstandinan li ser pilana çaksaziyê û pêngavên yekkirina hêzên Pêşmergeyan dikin.
14.08.2024, Çar - 15:25
Pêşmerge û Hevpeyman pêngavên yekkirina hêzên Pêşmergeyan bilez dikin
Nuçe Belav bike

Wezareta Pêşmerge parve kiriye, “Serokerkanê Wezareta Pêşmerge Ferîq Rukin Îsa Uzêr bi Fermandeyê Hêzên Hevpeymanan li Herêma Kurdistanê Kolonel Rap Brandstetter û şanda pê re li Wezareta Pêşmerge civiyan.

Li dû ragehandinê wê wezaretê, tewerê serekî yê wê civînê girêdayî bicihanîna bername û pilana çaksaziyê li Wezareta Pêşmerge û rêkxistina tevaya hêzan bû.

Herwesa danûstandin li ser rewşa niha ya hêzên Pêşmergeyan û pêşxistina peywendiyên navbera Wezareta Pêşmerge û Hevpeymanan hatin kirin.

Çavkaniya navbirî amaje jî da, her du alî li ser bilezkirina pêngavan ji bo yekkkirina yekîneyên cuda yên hêzên Pêşmergeyan bo ser Wezareta Pêşmerge û rêkxstina wan di çarçoveya firqeyên nû de hevnerîn bûn.

Vî nûçeyê tevayî: 310 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:09:09