Petrola Kurdistanê cara yekem wek ceribandin bo Tirkiyê tê hinardekirin

Jêderekî ji kompanya SOMO ya bazirganiya petrola Iraqê ji ajansa K24ê re ragihand, şandeke SOMO, Wezareta Petrola Iraqê û Herêma Kurdistanê serdana Tirkiyê kirin û ji nêzîk ve ligel aliyên Tirkiyê serdana boriya petrolê kirin, da ku careke din petrola Herêma Kurdistanê hinarde bikin.
24.09.2023, Paz - 12:11
Petrola Kurdistanê cara yekem wek ceribandin bo Tirkiyê tê hinardekirin
Nuçe Belav bike

Jêderekî ji kompanya SOMO ya bazirganiya petrola Iraqê ji K24ê re ragihand, şandeke SOMO, Wezareta Petrola Iraqê û Herêma Kurdistanê serdana Tirkiyê kirin û ji nêzîk ve ligel aliyên Tirkiyê serdana boriya petrolê kirin, da ku careke din petrola Herêma Kurdistanê hinarde bikin.

Derbarê dema destpêkirina hinardekirina petrola Kurdistanê de, wî jêderî eşkere kir, di demeke nêz de Hikûmeta Herêma Kurdistanê wek ceribandin petrolê di riya boriyê re hinarde dike.

Kompanyaya SOMO ya Iraqî, kompanyaya Botas a Tirkiyê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê gelek hevdîtin pêk anîn. Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî jî di gotara xwe ya li New Yorkê de ragihand, danûstandinên tîmên teknîkî yên derbarê destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi pêş ketine.

Wezîrê Enerjiyê Alparslan Bayrakdar hefteya borî li Tirkiyê ragihandibû: "Xeta borî ji aliyê teknîkî ve amade ye û em xwe amade dikin ku hinardekirina petrolê ji nû ve bidin destpêkirin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 438 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:06:58