Pêwendiyên Amerîka yên ligel Iraq û Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Balyoza Amerîkayê ya li Iraqê Alina Romanowski proseya siyasî û geşedanên li Iraqê gotûbêj kirin.
17.06.2022, Cum - 06:31
Pêwendiyên Amerîka yên ligel Iraq û Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin
Nuçe Belav bike

Serokatiya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û ragihand, vê êvarê 16ê Hezîrana 2022yan Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Balyoza nû ya Amerîkayê ya li Iraqê Alina Romanowski kir.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin, di hevdîtinê de Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiya destbikarkirinê li Alina Romanowski kir û hêviya serkeftinê jê re xwest, herwiha kurteyek li ser rewşa siyasî ya Iraqê û pêşbîniyên ji bo siberoja proseya siyasî ya li welat û derbasbûna ji vê rewşê, pêşkêş kir.

Herwiha di hevdîtinê de pêwendiyên Amerîka yên ligel Iraq û Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin û herdu aliyan tekezî li daxwaza dualî ya ji bo pêşvebirina pêwendiyan û berfirehkirina warên alîkariya hevbeş kirin, bi taybetî di warê veberhênan û sermayeguzariya Amerîkayê de li Iraq û Herêma Kurdistanê.

Hat eşkerekirin ku herdu alî hevnêrîn bûn li ser wê yekê ku divê hêz û aliyên Iraqî bi hev re bixebitin û alîkar bin ji bo dîtina rêyeke çareseriyê ya derketina ji xitimîn û rûbirûbûna astengiyan û dabînkirina aramî û seqamgîriya siyasî û ewlehiyê li welat.

Li gor ragihandina Serokatiya Herêma Kurdistanê, guherîna keşûhewayê û bandorên wê yên li ser Iraqê û Herêma Kurdistanê û çawaniya rûbirûbûna rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê, beşeke din a hevdîtinê bû.

Herwiha di hevdîtinê de herdu aliyan bal kişandine ser pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, metirsiyên teror û têkoşîna li dijî DAIŞê, rewşa navçeyê bi giştî û çend mijarên din ên cihê girîngiya hevbeş. Konsulê Giştî yê Amerîkayê Robert Palladino jî di hevdîtinê de amade bû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 485 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:03:26