Peyama serexwaşî ya barzanî ji bo konoslê Rûsya yê

Berpirsê fermangeha peywenendiyên dereve yê Hikûmeta Herêma Kurdistnê peyama serxwaşiya Serokê Herêma Kurdistnê digehîne berpirsên Rûsyê.
20.12.2016, Sal - 14:26
Peyama serexwaşî ya barzanî ji bo konoslê Rûsya yê
Nuçe Belav bike

Berpirsê fermangeha peywendiyên dereve yê Hikûmeta Herêm Kurdistnê, Felah Mistefa di tora civakiya xwe de ragihand ku serdana konsolê giştî ya Rûsyayê di Hewlêrê de kiriye.

Felah Mistefa di serdana xwe de peyama pirse û serexwaşiya Serokê Herêma Kurdistnê, Mesûd Barzanî û xelkê û hikûmeta herêma Kurdistnê gehande konsolê Rûsyê, Vîktor Simakov di Hewlêrê de, ji bo terorkirina balyozê Rûsyê di Ankarê de.

Duh şev Mewlud Merd Altintaş di dema civîna rojnamevanî ya balyozê Rûsyayê di Ankarê de bi demançê êrîşî wî kir û di encam de balyozê Rûsyê jiyana xwe ji dest da.

BasNews
Vî nûçeyê tevayî: 1706 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:06:20