Peyamek ji Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo xwendekarên pola 12

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di peymakê de bi boneya destpêkirina ezmûnên pola 12an, hêviya serkeftinê ji xwendekaran re xwast û ragihand, di her warî de be, Kurdistaneke bihêztir pêwîstiya wê bi we heye û ez bi şiyanên we bawer im.
03.06.2023, Cts - 15:23
Peyamek ji Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo xwendekarên pola 12
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 3ê Hezîrana 2023an peyamek li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” belav kir û tê de nivîsî: “Di roja yekem a ezmûna pola 12an amadeyî de, hêviya serkeftin ji xwendekaran re dixwazim û daxwaz ji malbat û mamosteyên wan dikim ku di aramiya derûna wan de alîkar bin.”

Her wiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî nivîsî: “Xwendevanên xweşewîst, di her warî de be, Kurdistaneke bihêztir pêwîstiya wê bi we heye û ez bi şiyanên we bawer im.”

Li Herêma Kurdistanê îro şemiyê 03.06.2023an bi beşdariya 117 hezar û 364 xwendekaran, ezmûna pola 12 a amadeyî dest pê kir.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 746 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:02:17