Peyamên serkirdeyên Kurdistanê ji bo teqîna li Silêmaniyê

Serokê Herêma Kurdistanê derbarê bûyera teqîna li maleke Taxa Kazîwe ya bajarê Silêmaniyê de peyameke sersaxî û hevxemiyê belav kir û ragihand, Fikir û dilê min bi malbatên qurbaniyên teqîna Silêmaniyê re ye.
18.11.2022, Cum - 13:20
Peyamên serkirdeyên Kurdistanê ji bo teqîna li Silêmaniyê
Nuçe Belav bike

Êvara duh Pêncşembê 17ê Mijdara 2022an li Taxa Kazîwe-2 a bajarê Silêmaniyê teqînek çê bû û li gor amarên herî dawî yên heta niha hatine ragihandin, di bûyerê de 15 kesan canê xwe ji dest dane û 11 kes jî birîndar in.

Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir ragihand, “tekez teqîn ji ber gaza LPG bûye”.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyamekê de li ser twitterê peyameke sersaxî û hevxemiyê belav kir û têde dibêje: Fikir û dilê min bi malbatên qurbaniyên teqîna îşev a Silêmaniyê re ye. Ez sersaxiyê dixwazim û şirîkê xema wan im. Xwedayê mezin rihê wan bi rehm û dilovaniya xwe şad bike, aramî û sebrê bide hemûyan. Hêviya zû başbûnê jî ji birîndaran re dixwazim.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî têkildarî bûyerê bi telefonî têkilî bi Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir re kiriye. Di daxuyaniyê de tê gotin, Serokê Herêma Kurdistanê ji nêzîk ve bûyera teqîna gazê ya li Silêmaniyê şopand ku mixabin di encam de hejmarek ji welatiyan canê xwe ji dest dan û hejmarek kesên din jî birîndar bûn.

Di vê pêwendiya telefonî de, Nêçîrvan Barzanî herwiha amadebûna xwe nîşan da ku bi hemû awayî piştgiriya alî û saziyên têkildar ên parêzgeha Silêmaniyê dike.

Serokwezîr Mesrur Barzanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî di peyamekê de diyar kir ku lêkolîn li ser bûyera diltezîn a Silêmaniyê dikin, hevxemiya xwe pêşkêşî malbatên qurbaniyan kir û hêviya başbûnê ji birîndaran re xwest.

Li gor daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwiha parêzgarê Silêmaniyê erkdar kir, ku saziyên têkildar ên hikûmetê lêkolîneke hûr û bilez derbarê bûyerê de bikin û bi hewara mexdûran ve biçin û tişta ku pêwîst e bikin.

Qubad Talebanî: Bûyerê em hemû xembar kirin

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî jî di peyamekê de ragihand, “Bûyera dilşewat a teqîna li Taxa Kazîwe ya Silêmaniyê em hemû xembar kirin. Ji dil ve sersaxiyê ji malbat û xizmên qurbaniyên bûyerê re dixwazim û hêviya zû başbûnê ji birîndaran re dixwazim.”

Bafil Talebanî peyam da

Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî jî got, “Em sersaxiyê ji malbatên wan kesên ku di bûyera dilşewat a îro danê êvarê de li Silêmaniyê canê xwe ji dest dane re dixwazin û hêviya başbûnê ji birîndaran re dixwazin.”

Bafil Talebanî ji saziyên hikûmetê jî xwest ku “bi dilsozî erkên xwe pêk bînin.”

Teqîn di demjimêr 19:38 êvara duh de çê bû û paşê hat zanîn ku maleke 3 qatî ji ber “teqîna tankera gazê” bi temamî herifî ye û wêran bûye.

Ji duh êvarê ve tîmên hewarçûnê li cihê bûyerê mijûlî lêgerînê ne û piştî nîvro hat ragihandin, ku termê dawî yê ji bin kavilên mala teqiyayî hatiye derxistin. Lê Berevaniya Sivîl a Silêmaniyê ragihand, tîmên hewarçûn û lêgerînê ji bo piştrastbûnê dê hêj li ser lêgerînên xwe berdewam bin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 277 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:23:50