Peymana navbera Bafel Talabanî û Heşdî Şabî de aşkere bû

Hat aşkere kirin ku piştî referandoma serxwebûna Kurdistanê, di navbera kurê Celal Talabanî Pavêl Talebanî û Hadî Amirî de bi serpereştiya serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û bi navbênkariya pasdarê Îranî Qasim Suleymanî rêkeftinek çend xalî pêk hatiye.
17.10.2017, Sal - 06:34
Peymana navbera Bafel Talabanî û Heşdî Şabî de aşkere bû
Nuçe Belav bike

Li gorî peymana ku hatiye îmzekirin, hêzên Iraqî bê şer dê vegerin navçeyên berî 2014 û herêmeke nû ji Silêmanî, Kerkûk û Helebce were avakirin û hikûmetek ji bo dê were avakirin.

Xalên rêkeftinê bi vî awayî ne:

-Bicihkirina hêzên iraqî li herêmên kurdan ên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê û vekişandina Hêzên Pêşmerge ji wan herêman.

- Navenda Kerkûkê bi awayekî hevbeş tê îdarekirin. 15 tax ji bo Kurdan, 25 tax jî ji bo pêkhateyên din, ev ji bo 6 mehan dirêj dike.

-Rêveberiya cihên stratejîk yên Kerkûkê dê ji aliyê hikûmeta Îraqê ve bê îdarekirin. Bargeha Keywan, balafirxane û bîrên petrolê dikevine dest hikûmetê.

- Rakirina qedexeya firrîn li ser firokexaneya Silêmaniyê

-Mûçeyaên fermanberên Silêmanî û Kerkûkê hikûmeta Iraqê dê bide.

- Dayîna mûçeyên pêşmergeyên sînorê Silêmanî dê li gor lîsteya ku Pavêl Talebanî amade dike, be.

-Avakirina Herêma Silêmanî-Kerkûk-Helebce

-Avakirina hikûmeteke nû ji herêma nû re

Avesta Kurd
Vî nûçeyê tevayî: 1521 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:02:33