Peymana Pêşmerge û artêşa Iraqê hate hilweşandin

Beriya heftêyekê ji bo kontrolkirina navçeya Hewîceyê ya Kerkûkê, di navbera Hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê de li ser 5 xalan rêkeftinek hatibû îmzekirin. Lê hikûmeta bexdayê ragihand, ku ew kar li ser vê rêkeftinê nakin.
30.09.2017, Cts - 09:31
Peymana  Pêşmerge û artêşa Iraqê hate hilweşandin
Nuçe Belav bike

Li gorî nûçeya ku malpera ajana Rûdaw'ê de cih digire tê gotin ku bi fermana Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdarên Kurdistanê, ji bo piştgiriya operasyona Hewîceyê, nêzîkî 5 hezar pêşmerge bi tevê çekên giran li sînorê Kerkûkê hatine bicîh kirin.

Lê hikûmeta Bexdayê piştî referandûma 25ê Îlonê ragihand, ku ew vê rêkeftinê hildiweşînin û kar pê nakin.

Fermandarên pêşmerge dibêjin, hikûmeta Bexdayê Hewîceyê weke kart li hemberî kurdan bikar tîne.

Fermandarê Hêzên Zêrevanî Ezîz Weysî ji Rûdawê re got: “Ji bo şerê li dijî DAIŞê em amade ne hemû hevkariyan bikin. Me gelek hewl da ku ti hêcet ji bo şerê DAIŞê nebin. Şerê DAIŞê li vê herêmê bêyî pêşmerge jî ne mûmkin e. Ji ber ku sînoreke dirêj di destê pêşmerge de ye.”

Ev cara çaremîn e hikûmeta Baxdayê li ser operasyona Hewîceyê rêkeftinên li gel pêşmerge hildiweşîne û dixwaze bi yekalî şer bike.

Hewîce tenê 26 kîlometreyan ji çeperên pêşmerge dûr e. Ji aliyê Artêşa Iraqê ve redkirina hemahengiyê wêneyek zelal daye pêşmerge.

Fermandarê pêşmerge Hesen Qadir dibêje: “Bexda xwe ji gelek rêkeftinên din vedidize. Ev ne ya yekemîn û duyemîn e ku xiradike. Bi nêrîna me Bexda Hewîceyê weke kartekî guvaşê li dijî kurdan bikar tîne.”

Li gorî rêkeftina ku di 23ê Îlonê de di navbera Artêşa Iraqê û Hêzên Pêşmerge de hatibû îmzekirin, divêya pêşmerge ji du aliyan ve, ji milê Meryem Beg û Sergeranê ve êrîşê Hewîce bikira û piştgirî bidaya hêzên ewlekariya Iraqê.

rûdaw
Vî nûçeyê tevayî: 1399 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:08:02