Pirtûka 100 Waneyên Referandûmê derket
Pirtûka “Sed Waneyên Referandomê” ku ji aliyê Rêbwar Sîweylî ve hatiye nivîsandin û ji bo Referandûma Serxwebûna Kurdistanê hatiye veqetandin derket.
26.09.2022, Pts - 05:56
Pirtûka 100 Waneyên Referandûmê îro bi merasîmeke taybet bi boneya salvegera Referandûma Serxwebûna Kurdistanê hat çapkirin.
Pirtûka “Sed Waneyên Referandomê” ku ji aliyê Rêbwar Sîweylî ve hatiye nivîsandin û ji bo Referandûma Serxwebûna Kurdistanê hatiye veqetandin, îro li Hewlêrê bi amadebûna hejmareke zêde ji berpirs, nivîskar û rewşenbîrên Kurdistanê bi merasîmeke taybet hat belavkirin.
Pêşekiya kitêbê ji aliyê Sasan Awni ve hatiye nivîsandin û ji du beş, 18 ders û 400 rûpelan pêk hatiye.
Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 506 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:28:08