Pisporên Yûnanî semînarek li ser şerê medyayî pêşkêşî fermandeyên Pêşmerge kirin

Wezareta Pêşmerge ragehandiye, îro bi amadebûna konsulê giştî yê Yûnan li Herêma Kurdistanê, semînarek li ser şerê medyayî hat lidarxistin.
01.06.2022, Çar - 06:05
Pisporên Yûnanî semînarek li ser şerê medyayî pêşkêşî fermandeyên Pêşmerge kirin
Nuçe Belav bike

Wezareta Pêşmerge ragehand, pisporên Yûnanî ji berpirs û fermandeyên Pêşmerge re semînarek li ser şerê medyayî pêk anîn.

Wezareta Pêşmerge ragehandiye, îro bi amadebûna konsulê giştî yê Yûnan li Herêma Kurdistanê, semînarek li ser şerê medyayî hat lidarxistin.

Di semînarê de ku berpirs û fermandeyên Pêşmerge jî amade bûn, du pisporên Yûnanî behsa şerê medyayî kirin û ronahî xistin ser xalên girîng û pozîtîf yên sosyal medyayê di warê serbazî de.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, bi nêrîna wan pisporan şerê medyayî pilan û taktîkên şer dide guhertin û aliyê ku jîrane wê yekê bikar bîne dikare bi ser bikeve di meydana şer de.

Li gorî agahiyên Wezareta Pêşmerge, di semînarê de behsa çawaniya serederî ligel rûdan û mijarên hizrî jî hat kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 526 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:57:27