Piştî giliya Mesrûr Barzanî.. Dadgeha Federalî biryar da ku hin xalên yasaya budceyê nedestûrî ne

adgeha Federalî li ser giliya Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro biryar da ku hin xalên yasaya bûdceya federalî ya salên 2023, 2024 û 2025an nedestûrî ne.
07.08.2023, Pts - 13:41
Piştî giliya Mesrûr Barzanî.. Dadgeha Federalî biryar da ku hin xalên yasaya budceyê nedestûrî ne
Nuçe Belav bike

Dadgeha Bilind a Federalî îro 7ê Tebaxa 2023an derbarê dosyaya hejmar (168/Federal/2023) ku tê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li dijî madeyên yasaya hejmar (13) ya sala 2023 (Bûdceya Giştî ya Federalî ya Komara Iraqê bo salên darayî (2023, 2024, 2025) de vekiriye, civiya.

Di civînê de, Dadgeha Bilind a Federalî gotina “bi erêkirina Serokwezîrê Iraqê” ku di xala yekem a madeya 11 a yasaya bûdceyê de hatiye, bi nedestûrî zanî.

Dadgehê her wiha biryar da ku gotina “Dema Encûmena Nûnerên Iraqê nekarî biryara pêwîst bigire” jî ne destûrî ye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 560 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:10:49