Girên “Tasluca” ji dûr ve xuya dikin û rengên wan yên qehweyî û belek di binê qateka tenik ji berfê de mane. Ev girên ku li bajarê Silêmanîyê dinerin, ji pişt meydaneka ku tijî “erebe - otomobîlên” şkandî û têkçûyî jiber teqîn û bûyerên trafîkê, wekî bînereka bêdeng xuya dikin. Ev “erebe” ji zingarê re mane. Erebeyeka “Daewoo” spî û biçûk bûye perçeyek û komek ji lastîk û hesinên têkçûyî û şkestî. Banê erebê, ji xurtbûna teqînê, ji cihê xwe rabûye li kêleka “erebê” ye. Ev “erebe” hatîye kişandin da ku ew jî tevlî “erebeyên” şkandî di vê meydanê de bimexele. Meydan jî, girêdayî Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNKê) ye.
Min erebeya Kani di nava herîyê de perçebûyî dît. Cama wê ya pêşîn hilweşîyaye. Hîna jî ferek sola Kani liser pêlika benzînê ye. Tevlî ku Serdar Kaya (Sabrîyê Torî) ku digel Kani bû di şewata erebê de bibû komir, lê kursîyê dawî yê erebê gelek ziyan nedîbû. Kani erebe diajot. Qapaxê qutîka benzînê hîna li şûna xwe ye, lê heykelê erebê jiber teqîna li binê kursîya ajovan çêbû, rûxîyaye. Sedema teqînê ne ku problemeka teknîkî di sendoqa benzînê de bû, wekî ku berdevkê (YNKê) ji sazîyên medya û ragihandinê re got. Lêkolîngeha yan bijîşkîya edlî ku li Brîtanîya ye, ev lêkolîngeha ku bikaranîna rejîma Iraqê çekên kîmyasal li Helepcê tekez kiribû, eynî lêkolîngeh, peydabûna madeya teqemenî ya”C-4” liser sola Kani û ser axa li derdora erebeya wî li cihê bûyerê tekez kir.
Hin çavkanîyê sexte yên PKKê xwastin rastîyê reş bikin û veşêrin dema gotin ku pisporên ji (CIA) li dû raporta lêkolîngeha (Analytichem) ne. Lê ne rast e, jiber ku min bixwe delîlên cînayî, piştî hefteyek ji bûyerê, ji cihê teqînê, birin, û ez bi şahidê sereke re axivîm ku pisporê madeyên teqemenîyê ye û endamê partîya welatparêzên Kurdistanê (PWDê) ye navê wî Nizamettin Taş e ku ew jî berê berpirsekê leşkerî payebilindê PKKê bû û ji PKKê veqetîyabû. Herwisa min digel serokê hêzên ewlekarîyê “istixbarat”ê YNKê jî axift.
Sozeka Kani bi sefaretxaneya Almanya li Bexda hebû da ku piştî 2 rojan pasportê bistîne û karibe vegere Ewropa. Biryara deshilatdarîya Almanya derbarê daxwaza Kani ya penaberîya siyasî 2 sal berdewam kir.
Dema Roma û Kongra Gel - çile/ sebata 1999an
Dema Öcalan li Roma bû, liser daxwaza wî, ez û Kani em hatin Roma û em çûn vîllaya wî da em hevdîtineka taybet bi wî re çêkin. Ez tim cihê rêz û hezkirina Öcalan bûm, belkî jiber ku bi zelalî daxivîm û serbixwe bûm û ne endamê PKKê bûm. Dema K. Yılmaz di girtîgeha “Bêlîmarş” ku dervî Londonê digel hin endamê Artêşa Komarî ya Îrlandayê girtî bû, ez di navbera wî û Öcalan de diçûm û dihatim. Yekemîn car min Kani li Londonê dît, di sala 1994an de bû. Wê çaxê Kani berdevkê ERNKê (Enîya Rizgarîya Netewa Kurdistan: rêxistina PKKê li Ewropa) bû. Wê çaxê me civîneka bi revenda kurd li Londonê çêkir, êz jî, yek ji organîzatoran bûm. Ew civîn, berî ku Almanya daxwaza radestkirina Kani ji Brîtanya bike, piştî ku Kani bi şêweyekê eşkere derket û bi hin parlementêran re axift. Ez gelek veciniqîm ji şêweyê nêzîkatîya nebaş ku bi wî re kirin, min bi grûpeka parêzerên Alman û Îngilîz re axivt û kar kir da em Kani berdin. 4 sal me şerekê qanûnî lidij radestkirina Kani ji Almanya re kir, jiber ku em ditirsîyan wî radestî Tirkiyê bikin. Di dema serdanên min li girtîgeha “Belmarsh” li Londonê û girtigeha “Calle” li Alamanya min rastîya Kani û bihnferehî û dilnermî ya wê baş nas kir.
Di 11ê Sibata 1998an ji girtîgehê hate berdan. Rikber û kesên di nav PKKê de ji Kani dilteng û nehez bûn, xwastin di navbera wî û Öcalan de kîn û nexweşîyan çê bikin. Vê jî rewşa Kani tengav û dijwar kir. Hevdîtina min bi Öcalan re li Romayê sala 1999an ya 6emîn bû, jiber ku ji sala 1994an diçûm Şamê û min ew li wir didît. Di hevdîtina dawî ya Romayê de, piştî ji min pirs kir, min ji APO re got; “çêtire tu li Roma bimînî û tim girîngîya çareserîya doza kurd bi şêweyeka aştîyane dubare û tekez bikî, û bêje ku hebûna min li paytexteka Ewropî hişmendîya netewî li cem kurdan zêde kiriye û rê li ber çareserîyê vedike.”
Piştî hefteyekê ji hevdîtina me, Öcalan ji K. Yilmaz û Ali Hayder Kaytan xwast herin tevlî konreya 6emîn ya PKKê bibin. Wê çaxê, Kani berpirsê Ewropa yê PKKê bû. (Nerînên me li Romayên wekî hev derneketin). Gerek berpirsên PKKê nameya Öcalan bigihînin kongrê ku Öcalan dê li Roma bimîne. Kani û 3ê endamên din, peyatî, ji Nexcîvana Azerbêcan derbasî sînorê Îranê bûn, û ji Îranê derbasî Kurdistana Iraqê, û ji wir derbasî herêma Xinêre bûn. Di wê demê de, Öcalan ji Rûsya hat qewitandin û kete wê rêwîtîya xwe ya dirêj ku baş nehatibû plan kirin û li cihekê ewle, derveyî Îtalîa, digerîya, ta ku li Kenya hate girtin û revandin û di 15/02/1999an de radestî Tirkiyê hat kirin. Kani li Qendîlê ma û bi hemû rê û şêwazan hewlda ku guman û tawanbarkirinên (PKKê / KADEK) liser xwe rake, jiber ku berpirsyarîya girtin û revandina Öcalan davêtin ser Kani.
Kani ne digel biryara vergera şer û tundîyê ya (PKKê - Kongra Gel) bû. Ev yek, hişt Kani û grûpa wî di hezîrana 2004an de ji rêxistinê veqetin û ji Qendîlê birevin û ber bi herêma di bin kontrola YNKê ve biçin. Li dervey bajêrê Suleymanî bi cih bû. Li wir, Osman Öcalan (Ferhad) û Nizameddin Taş (Botan) û hinekên din tevlî wan bûn û Partîya Welatparêzên Demokratîk yên Kurdistanê PWDKê damezrandin. Berî ku ji Qendîlê veqete û piştî biryara veqetandinê girt, di tevahîya sebata 2004an de Kani bi rêya telefonê bi min re daxivî û tirs û gumanên revandin yan kuştina xwe ji alîyê (PKKê-Kongra Gel) ve eşkere dikir. Jiber ku PKKê nahêle kesek bi mebesta muxalefetê ji rêxistinê veqete. Di mehên piştre de peywendîyên telefonê dewam kirin. Wê çaxê, daxuyanîyeka çapemenîyê da min û têde hemû sedemên ku hiştin ji (PKKê-Kongra Gel) veqetin eşkere kir û armancên partîya PWDKê anî ziman. Min jî ev daxûyanî bi zimanê Înglîzî ji malpera (kurdishmedia.com) şand û belavkir. Hûn dikarin hemû têkstên orîjînal yên daxûyanîyan di malpera PWDKê bibînin û bixwînin.
Di cotmeha 2004an de ez çûm Kurdistanê da ez Kani bibînim. Ji sala 1998an de min ew nedîtibû.
Şehîdên PWDê
Di 6-7ê Cotmeha 2004an de kadroyekê PWDK, bi navê Şapûr Badoşîve yan bi navê rêxistinî Sîpan Rojhilat, liser rêya Mûsil û Mexmûrê bi destê PKK hat kuştin. Wê çaxê ez li bajarê Silêmanîyê digel Kani bûm, dema telefon ji wî re hat û ev nûçeya nexweş ji wî re gotin. Ji nişkave, rûyê Kani hate guhertin û nexweş bû. Min jî xwe amade kiribû ku ji wî re wêneyekê/ foto ji bo paseporta Almanî bigirim ji bo sefaretxaneya Almanîya li Bexda bişînim. Ji alîyê derûnî ve, Kani hilweşîya. Rojnamevanekê kurdê Îranê bi xwe re bir da ku termê Sîpan bibin bin ax bikin.
Cîgirê Serokê HADEPê Hikmet Fidan ku peywendî bi partîya Kani (PWD) çêkir û jiber ku Fidan lidijî vegera PKKê ya şer û tundîyê, ji alîyê PKKê ve li Amedê di roja 6/7/2006an de hate kuştin. Yê ku Fîdan kuşt kujerekê profesyonel bû û li gorî hin raportan; navê wî Şerkan Şîtlî (Deniz Olaş) e. Ango kuştina Fîdan, piştî 5 mehan ji kuştina Kani Yılmaz û Sabri Torî bû. Hin çavkanîyên tirkan hewldan kuştina Fidan bi PWDê girêdin. Lê Fidan nêzîkî PWDê bû û PWDê bi tundî kuştina wî şermezar kir, tersî bêdengîya hevalên (DTP) ku nêzîkî Öcalan bûn. Jin û kurê Fidan behsa gefên ku PKKê li H. Fidan dixwarin, kirin, û gotin ku dixwastin bizorê Fidan tevlî DTP bikin. Wê çaxê, Leyla Zana û Orhan Doğan di DTPê de bûn.
Kemal Şahinê ji kurdên Sûriyê bû, ji PKKê veqetîya. PKKê ew kiribû serokê PYDê, lê Kemal û grûba xwe ji PKKê-PYDê veqetiya û ji xwe re partîyeka bi navê “Rêkeftin” çêkir. Kemal nêzêkî PWDê bû. Di 17/2/2005an de li bajarê Silêmanî ji alîyê PKKê ve hate kuştin.
Sîxurê PKKê Sabri kuşt
K. Yılmaz û S. Torî bi bombeyeka ku di bin kursîyê ajovan de hatibû bi cih kirin, hatin kuştin. Ew bombe, Veli Çat (Numan) ku li kursîyê dawî rûniştibû, çandibû. Bûyer di roja 11ê Sibata 2006an rûda dema Kani bi erebeya xwe ji kolana 60 ber bi herêma pîşesazîyê zîvirî. Bûyer li taxa “Rizgarî” ku ne gelekî dûrî navenda bajêr e rûda. Berî bombe biteqe, V. Çat (Nûman) bi bihaneya ku dê biçe CafeNet ji erebê peya bû.
Piştî ku bi rêya telefonê gefxwarin ji wî re hatin, Kani bi erebeya xwe ber bi kampa kesên ku ji PKKê veqetîyane ve ku li herêma “Seyid Sadiq” e çû, jibo ku hevalên xwe agahdar bike ku PKKê di salvegera revandina Öcalan de amadekarîya êrîşekê li ser wan dike. Kani di nîvê wê şevê de bi min re axivî, lê Kani nizanîbû ku ew armanca sereke ya êrîşê ye. Berpirsên PWDê bi navê Veli çat (Numan) bihîstibûn. Çat pasevanê taybet yê Murat Karayılan bû. Hêzên istixbaratê yên bi ser YNKê ve eşkere kirin ku peywendîyên telefonê di navbera Çat û berpirsekê leşkerî yê PKKê bi navê Serdar re hebûn. Ev Serdar ji alîyê PWDê dihat nas kirin ku endamê istixbarata HPGê ye. Serdar madeya C-4 ya teqemenîyê dabû Çat. Piştre, ofîsa PWDê li Ewropa da zanîn ku; “tîma kujer ji alîyê PKKê ve hatibû organîze kirin û Çat ji herêma Hîlwana girêdayî Urfayê ye, qaşo ji PKKê veqetîya ye û tevlî PWDê bûye û li kampa “Seyid Sadiq” ya nêzîkî Silêmanîyê, bi cih bûye. Berî bûyerê bi demeka kurt, Serdar madeya C-4 ya teqîne da Çat. Û hemû peywendîyên telefonan di navbera Serdar û Nûman/ Çat de tomarkirî ne û hene.”Hêzên ewlekarîya YNKê piştre zanîn ku Nûman vegerîyaye Qendîlê
Sheri Laizer; Nivîskar, rojnamevan û romanivîseka Brîtanî ye. Dosteka maf û doza kurd e û hevala K. Yılmaz e. Ev nivîs di 8ê Sibata 2006an de hatîye nivîsandin. Ji îngilîzî hatîye wergerandin bo erebî û ji erebî hatîye wergerandin bo kurdî.