PKK: Ti endamekî me li cem wan nebû

PKK: ragihand; ti endamekî PKKê li cem hêzên sînorî yên Iraqê nebû, ku îro ji aliyê firokeyên bêfirokevan ên Tirkiyê ve hatin bombebarankirin.
11.08.2020, Sal - 19:52
PKK: Ti endamekî me li cem wan nebû
Nuçe Belav bike

Kawe Şêxmus, Berpirsê Peywendiyên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji malpera Bexdad El Yewm re ragihandiye: “Firokeyeke bêfirokevan a Tirkiyê karwaneke serbazî ya Iraqê ya ser bi hêzên pasevaniya sînor, kire armanc, ku Fermandarê Lîwaya 3 ya Fermandariya Sînorî têde bû û li cem wî jî hejmarek serkirde û efser hebûn.”

Berpirsê Peywendiyên PKKê eşkere kiriye ku ti endamekî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li gel wê karwana armanckirî, nebû.

Îro di encama bombebarana Tirkiyê de, Emîd Zubêr Halî, Fermandarê Fewca 3 ya Pasevaniya Sînor û Mihemed Reşîd, Fermandarê Lîwaya 2 ya Pasevaniya Sînor li devera Soranê, canê xwe ji dest dan.

Li gor zanyariyên Kurdistan24; yekeya pasevaniya sînor a Iraqê xwestiye bi çekdarên Partiya Karkerên Kurdistanê re gotûbêj bikin, da ku ji wê deverê dûr bikevin, di dema civînê de jî, firokeyên bêfirokevan ên Tirkiyê bombebaran kirine.

Artêşa Tirkiyê di meha Hezîranê de du operasyonên leşkerî li dijî gerîlayên PKKê li deverên sînorî ragihandine û hêzên leşkerî yên Tirkiyê sînorê Iraqê derbas kiriye û her roj ji Xwakurk û Gara ve heta çiyayên navçeya Şarbajêr, ji aliyê firokeyên Tirkiyê ve têne bombebarankirin.


Nerinaazad
Vî nûçeyê tevayî: 727 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:35:25