PKKê canjidestdana berpirsê xwe yê Mexmûrê ragihand

Hesen Adir ê bi nasnav "Salih Cizîr" di êrîşa hewayî ya Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) ya 5ê Hezîrana 2021an de canê xwe ji dest daye.
17.06.2022, Cum - 06:24
PKKê canjidestdana berpirsê xwe yê Mexmûrê ragihand
Nuçe Belav bike

PKKê ragihand ku berpirsê wan ê Mexmûr a Başûrê Kurdistanê Hesen Adir ê bi nasnav "Salih Cizîr" di êrîşa hewayî ya Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) ya 5ê Hezîrana 2021an de canê xwe ji dest daye.

Di daxuyaniya nivîskî ya Komîteya Piştevaniya bi Malbatên Şehîdan re ya girêdayî PKKê de hat ragihandin ku Hasan Adir ê bi nasnav Salih Cizîr di êrîşa hewayî ya Artêşa Tirkiyê ya li nêzî Mexmûrê de canê xwe ji dest daye.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Hesen Adirê ku di 1ê Çileya 1962an de li Cizîrê ji dayik bûye, di sala 1986an de bi rêxistinê re têkilî daniye, di Hezîrana 1988an de salekê di girtîgehê de ma û di sala 1991an de çû Almanyayê ji wir tevlî rêxistinê bû.

Di daxuyaniyê de her wiha hate diyarkirin ku Hesen Adir ê bavê 4 zarokan, li Almanyayê du caran hate girtin, 5 salan di girtîgehê de ma, demeke dirêj li Ewropayê di nava xebatên rêxistinê de cih girt û di sala 2015an de vegeriya Kurdistan

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 739 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:41:18