Îro şemiyê 2yê Tîrmeha 2022yan, Berpirsê Jûra Hilbijartinan a Tevgera Goran Karzan Gerdî ji K24ê re diyar kir: “Di nava vê hefteyê de aliyên siyasî li Serokatiya Herêma Kurdistanê bi amadebûna Nûnera Neteweyên Yekbûyî dest bi gera sêyem a gotûbêjan dikin.”
Karzan Gerdî eşkere kir: “Heta niha negihiştine rêkeftinê, lê belê hevfêmkirin heye.”
Roja 9ê Hezîrana 2022yan, duyem civîna aliyên siyasî bi serperiştiya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Nûnera Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert birêve çû.
Civîna duyem a aliyên siyasî, ev mijar li xwe digre:
1- Dema hilbijartinan
2- Aktîvkirina komîsyonê
3- Sererastkirina yasaya hilbijartinan ji aliyê yek bazneyî û fire bazneyî
4- Paqijkirina lîsteya tomara dengderan.
Ev civîn jî berdewama civîna 26ê Gulanê bû, ku li baregeha Neteweyên Yekbûyî ya li Hewlêrê, di navbera Jeanine Hennis-Plasschaert û partiyên Kurdistanî de birêve çû.