Polîsê Silêmaniyê: Me 16 kes ji ber êrişa li ser keçekê desteser kirin

Berdevkê Polîsê Silêmaniyê ragihand, polîsên wê parêzgehê 16 kes bi tohmeta êrişî keçeke li taxa Hiwanê ya bajêr girtine. Berdevkê Polîsê Silêmaniyê herwiha got ku gumanbar "li tawanê xwe mikur hatin.”
31.12.2022, Cts - 12:30
Polîsê Silêmaniyê: Me 16 kes ji ber êrişa li ser keçekê desteser kirin
Nuçe Belav bike

Berdevkê polîsê Silêmaniyê Serkewt Ehmed îro Şemiyê 31ê Kanûna 2022yan di civîneke rojnamevanî de ragihand ku kesên êriş li wan hatine kirin 3 keç in, lê tenê videoya yek ji wan keçan hatiye belavkirin ku rastî êrişê hatiye û keçeke 17 salî ye. Serkewt Ehmed herwiha got ku ew keç çend caran çûbû wî cihê û ew xelka Silêmaniyê ye.

Bi gotina Serkewt Ehmed 3 ji wan tohmetbaran bi xwe video tomar kirine û belav kirine û hemû jî xelkê Silêmaniyê ne.

Bûyer roja Înê çê bû û videoya ku têde tê dîtin çend kes bi motorsîkletan ketine li pey keçekê didin û lê wê didin, piştî belavbûna li ser torên civakî karvedan ligel xwe anîn.

Polîsên Silêmaniyê herwiha dest ser çend kelûpel û kêrên wan tohmetbaran de girtine, Berdvekê Polîsê Silemaniyê jî dibêje lêkolîn derbarê bûyerê de berdewam e.

Serkewt Ehmed di heman demê de got: “Her kesê ku li her cihekî bajêr tawanekê bike dê rû bi rûyê yasayan bibe.”

Derbarê cihê ki bûyer lê qewimiyê de jî Ehmed got ku ti kesî ji wan re negotiye ku ew cih neyasayî ye û keçek jî çend caran çûye wir, lê ew hewl didin wê derê bigirin.

Di vîdyoyekê de ku li ser torên civakî hatiye belavkirin, hejmareke zêde ya ciwanan, ku tê îdiakirin bi motorsîklêtan li pey keçekê digerin û yek ji wan li wê dixe û ew keç dikeve erdê. Endamê Parlamentoya Iraqê Soran Omer jî got ku bûyer duh roja Înê 30ê Kanûna 2022uan Silêmaniyê qewimî.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 374 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:35:07