Polîtburoya PDKê daxuyaniyek belav kir

Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) piştî civîna îro ya bi serperiştiya Serok Barzanî, daxuyaniyek belav kir û li ser rewşa bajarê Kerkûkê jî daxwaza pêkanîna lijneyeke bêalî ji nûnerên herdu hikûmetên Iraq û Herêma Kurdistanê dike ji bo lêkolîna li ser bûyerên bajarê Kerkûkê.
08.09.2023, Cum - 05:58
Polîtburoya PDKê daxuyaniyek belav kir
Nuçe Belav bike

Roja borî, Pêncşemê 7ê Îlona 2023an, Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di daxuyaniyekê de li ser rewşa Kerkûkê daxwaz kir, lijneyeke bêalî ji nûnerên Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêmê ji bo lêkolîna diyarkirina sedema astengkirina cîbicîkirina biryara Serokwezîrê Iraqê û hemû wan kesên teqe li xwepêşanderan kirin radestî dadgehê werin kirin û malbatên şehîdan û kesên ku zirar û ziyan dîtine werin qerebûkirin.

Derbarê yasaya budceyê de, Polîtburoya PDKê ragihandiye: “Yasaya budceyê, dema ku Hikûmeta Federal projeyasa amade kir, bi rêkeftina ligel Hikûmeta Herêmê, pişka Herêmê hatibû diyarkirin, lê belê li parlamentoyê di destpêka projeyasayê de guherîn hat kirin û zilmeke mezin li Herêma Kurdistanê hat kirin, niha jî tiştê ku di yasayê de jî hatiye bi awayekî guncaw nayê cîbicîkirin ku ev jî zilmeke mezin e li mûçexurên Kurdustanê, bi taybetî li xelkê Kurdistanê bi giştî.”

Herwiha Polîtburoya PDKê daxwaz kiriye ku îdarekirina hikûmetê û biryardan, li ser bingeha prensîpa şirîkatî, tewafûq û tewazûnê be û rola nûnerên pêkhateyên siyasî bingeh bibe di biryarên çarenûssaz de.

Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) daxwaza vegerandina baregehên xwe û hêzên din ên siyasî yên li parêzgehên Neynewa, Kerkûk û Diyalayê dike, da ku aliyên siyasî bi azadî çalakiyên xwe yên siyasî encam bidin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 423 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:12:52