Pîre: Hikûmeta Herêma Kurdistanê nîv felc e

“Piştî ku ji aliyê birêz Mesûd Barzanî ve peyamek hat, ku tê de çend pêşniyarek dihate kirin, ji aliyê hemû aliyan ve bi erênî hate pêşwazîkirin. Civînên yekemîn yên di navbera aliyan de ji bo başkirina bîngeha çareseriyê bû. Me giring dît, ku hinek alî gilî û gazindên xwe di jûrên girtî de bikin.”
12.02.2017, Paz - 18:27
Pîre: Hikûmeta Herêma Kurdistanê nîv felc e
Nuçe Belav bike

Endamê Polîtbûroya YNKê Sedî Ehmed Pîre got; “Tenê ji bo bibe rêkeftin me li gel PDKê rêkeftin nekiriye.”

Sedî Ehmed Pîre beşdarî bernameya Rûdwa Îro ya Rodyo Televîzyona Rûdawê bû û derbarê pirsigirêkên siyasî yên Herêma Kurdistanê û çareseriya wan axivî.

Pîre got; “Ji aliyê pratîkî ve hikûmeta Herêma Kurdistanê nîv felcbûyî ye. Hemû kar bi wekalet birêve diçin. Bi vî awayî hikûmet nikare hemû erkên xwe weke pêwîst bicîh bîne. Serbarê vê yekê pirsgirêkên mezin ên aborî û darayî hene. Parlamento weke saziyekê kar nake.”

Sedî Ehmed Pîre behsa hevdîtinên dawîn ên di navbera partiyan jî kir û wiha axivî:

“Piştî ku ji aliyê birêz Mesûd Barzanî ve peyamek hat, ku tê de çend pêşniyarek dihate kirin, ji aliyê hemû aliyan ve bi erênî hate pêşwazîkirin. Civînên yekemîn yên di navbera aliyan de ji bo başkirina bîngeha çareseriyê bû. Me giring dît, ku hinek alî gilî û gazindên xwe di jûrên girtî de bikin.”

Endamê Polîtbûroya YNKê da zanîn, ku di civîna ligel PDKê de wan nexşerêyek daniye û hêvî kir, ku aliyênd in jî beşdarî vê nexşerêyê bibin.

Sedî Ehmed Pîre behsa dest ji karkêşandina Endamê Polîtbûroya YNKê Azad Cundiyanî jî kir û got; “YNK ji dema hatiye damezrandin heta niha qet bê pirsgirêk nebûye. Azad Cundiyanî ne yekemîn kes e ku ji partiyê dûr dikeve û nabe yê dawîn jî. Gelek kes hene dê werin û herin. Ev yek tiştekî xwezayî ye di nav aliyên siyasî de.”

Pîre daxuyand, ku îro Herêma Kurdistanê di qada navdewletî de xwedan pêgehekeî taybet e û wiha berdewam kir:

“Herêma Kurdistanê ji qonaxekî hestiyar re derbas dibe. Dibe guhertinên mezin çêbibin. Civaka navdewletî giringiyê dide Hewlêrê. Eger kurd amade nebin û nebin xwedanê bernameyekî yekgirtî, nikarin sûdê ji van guhertinan û ji trafîka dîlomasiyê werbigrin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1449 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:31:12