Pêşewa Hewramanî: Hemî hêsankarî ji bo hilbijartinên Perlemana Kurdistanê hatine kirin

Şanda Serokatiya Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro bi amadebûna nûnerê UNAMI bi Komisyona Bala ya Serbixwe ya Hilbijartinan re civiyan.
20.02.2024, Sal - 12:23
Pêşewa Hewramanî: Hemî hêsankarî ji bo hilbijartinên Perlemana Kurdistanê hatine kirin
Nuçe Belav bike

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî îro (Sêşem, 20.02.2024) li ser tora civakî ya Facebookê belav kiriye, “Şanda Serokatiya Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro bi amadebûna nûnerê UNAMI bi Komisyona Bala ya Serbixwe ya Hilbijartinan re civiyan”.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê gotiye, “Merem ji wê civînê danûstandinên li ser pêngavên amadekariyên hilbijartinên Perlemana Kurdistanê bû, herwesa Serokatiya Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê amadehiyeka temam ji bo hêsankarî û arîkarîkirina birêveçûna wê piroseyê bi rengekê şefaf û pîşeyî diyar kir”.

Pêşewa Hewramanî amaje jî daye, “Di wê civînê de, Komisyonê rêkarên teknîkî û parvekirina demê ji bo pêngavên birêveçûna hilbijartinan di çarçoveya dema berdest a qanûnî ya Komisyonê diyar kirin. Di eynî demê de nûnerê UNAMI jî amadehiya xwe diyar kir ku di serkeftina piroseya hilbijartinan de arîkarên hemî pêngavan bin”.

Serokatiya Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê wekî ku di dema borî de pêngavên rijd ji bo birêveçûna hilbijartinan li Herêma Kurdistanê avêtine û erkê xwe yê qanûnî bi cih aniye, niha jî bi eynî dilgermî û rijdiyê hemî karên pêdivî dikin, ji bo ku piroseya hilbijartinan bi rengekê serkeftî li Herêma Kurdistanê bê kirin.

Berdevka Komisyona Bala ya Hilbijartinan a Îraqê Cumane Xelay şeva borî (Duşem, 19.02.2024) ji K24ê re ragehand, “Ji bo diyarkirina dema hilbijartinên Perlemana Kurdistanê, em dê sibe bi Serokatiya Herêma Kurdistanê re bicivin”.

Berdevka Komisyona Bala ya Hilbijartinan a Îraqê herwesa got, “Ew jivanê ji bo hilbijartinên Perlemana Kurdistanê tê diyarkirin dawî jivan nîne û mimkin e guhertin tê de bên kirin”.

Pêştir Peyamnêrê K24ê li Bexdayê Şivan Cebarî jî ragehandibû, “Komisyona Bala ya Hilbijartinan a Îraqê biryar da dema nûkirina tomara dengderan ji bo deh rojan bê dirêjkirin, ku biryar bû roja 20ê Şibatê bidawî bê”.

Herwesa gotibû, “Ew biryar zêdetir ji bo wan kesan e yên ku li sala 2006ê hatine ser dinyayê, herwesa ji bo wan e yên ku di bêhnvedanê de kartên xwe yên bayometrî nû nekirine, ji bo ku zêdetir derfet ji bo wan bê peydakirin”.

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab li roja 3ê Tebaxa 2023ê di konfiranseka rojnamevanî de ragehandibû, “Serokê Herêma Kurdistanê di merasîmekê de roja 25ê Şibata 2024ê wekî roja hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê diyar kiriye û tevaya aliyan ji bo bicihanîna rêkarên pêdivî raspartine”.

Piştî ku jiyê gera pêncê ya Perlemana Kurdisatnê bidawî hat, li roja 9ê Cotmeha 2022ê, Perlemana Kurdistanê qanûna hejmar 12 ya dirêjkirina dema gera pêncê pejirand. Paştir li roja 22ê Gulana 2023ê Perlemana Kurdistanê biryara çalakkirina Komisyona Hilbijartinan û Rapirsiya Herêma Kurdistanê da, lê Dadgeha Bala ya Federalî ya Îraqê ew çalakkirin jî neqanûnî da nasandin.

Komisyona Bala ya Hilbijartinan a Îraqê bi nivîsareka fermî Serokatiya Herêma Kurdistanê haydar kir ku nikarin li 25ê Şibatê hilbijartinên Perlemana Kurdistanê bikin, di eynî demê da daxwaza diyarkirina jivanekê nû ji bo wê piroseyê dikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 551 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:55:41