Pêşewa Hewramanî: Pirsa avê ji karên pêşîne yên Kabîneya Nehem e

Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê metirsî û bandorên kêmbûna avê li karên xwe yên pêşîne daniye û çend projeyên giring û stratejîk cîbicî kirine. Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê hûrgiliyên kar û projeyên Kabîneya Nehem aşkere dike.
13.12.2023, Çar - 06:20
Pêşewa Hewramanî: Pirsa avê ji karên pêşîne yên Kabîneya Nehem e
Nuçe Belav bike

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî ragihand, 18 gol û hewz bi bihayê 120 milyar dînar û 13 gol û hewzên din jî bi bihayê 555 milyar dînar hatine temamkirin û bi karîna wan a wergirtina zêdetirî 200 milyon metre sêcar a avê heye.

Hewramanî da zanîn, niha 110 projeyên temamkirina golan li navçeyên cuda yên Herêma Kurdistanê hatine encamdan ku di sektorên geştyarî, çandinî, baxçevanî û ajelkariyê de sûd ji wan tên dîrin. 40 golên din jî di çarçoveya plansaziyê de ne û 71 golên din jî ji aliyê Rêveberiya Giştî ya Çavkaniyên Avê ya Herêmê ve ji bo Encûmena Wezîran hatiye pêşniyarkirin.

Hewramanî got, Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser 89 projeyên din ên avdanê kar kiriye.

Da zanîn jî, li Herêma Kurdistanê 26 hezar û 818 bîrên yasayî li Herêma Kurdistanê hene. Di heman demê de, 28 hezar û 410 bîrên neyasayî hene, herwiha 500 bîrên ku bi qaçaxî hatine kolan, hatin jinavbirin.

Hewamanî got, rêjeya berhemanîna rojane ya ava vexwarinê li Herêma Kurdistanê digihe, 2 milyon û 876 hezar û 820 lîtreyan, ku bi rêya 20 westgeh, 5412 bîr, 861 kanî û 44 golan tê dabînkirin.

Hejmara bikarhênerên avê li Herêma Kurdistanê, milyonek û 81 hezar û 73 bikarhêner in, ku rojane 500 lître av ji wan re tê dabînkirin, di demekê de li welatên cîran jî rojane para her kesekî 250 lître ye.

Ji bo sînordarkirina îsrafkirina ava paqij, Hikûmeta Herêma Kurdistanê pirojeya danîna pîverên avê yên zîrek dest pê kiriye, ku heta niha ji %82ê hevparên avê re hatiye danîn, ku ev jî bi hejmar dike, 876 hezar û 930 pîverên avê yên zîrek.

Hewramanî di beşeke din ji axaftinên xwe de aşkere kir, di çar salên derbasbûyî de xerciya berhemanîna ava vexwarinê ya paqij û bê têçûna elektirîkê, 538 milyar dînar bûye, li hemberê 172 milyar dînar jî ji hevparên avê bo hikûmetê hatiye dayîn.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê got, Kabîneya Nehem dê berdewam be li ser projeyên xwe yên parastina çavkaniyên avê û dabînkirina ava paqij ji welatiyan re, ji bo vê jî dest bi çend projeyan kiriye.Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî ragihand, 18 gol û hewz bi bihayê 120 milyar dînar û 13 gol û hewzên din jî bi bihayê 555 milyar dînar hatine temamkirin û bi karîna wan a wergirtina zêdetirî 200 milyon metre sêcar a avê heye.

Hewramanî da zanîn, niha 110 projeyên temamkirina golan li navçeyên cuda yên Herêma Kurdistanê hatine encamdan ku di sektorên geştyarî, çandinî, baxçevanî û ajelkariyê de sûd ji wan tên dîrin. 40 golên din jî di çarçoveya plansaziyê de ne û 71 golên din jî ji aliyê Rêveberiya Giştî ya Çavkaniyên Avê ya Herêmê ve ji bo Encûmena Wezîran hatiye pêşniyarkirin.

Hewramanî got, Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser 89 projeyên din ên avdanê kar kiriye.

Da zanîn jî, li Herêma Kurdistanê 26 hezar û 818 bîrên yasayî li Herêma Kurdistanê hene. Di heman demê de, 28 hezar û 410 bîrên neyasayî hene, herwiha 500 bîrên ku bi qaçaxî hatine kolan, hatin jinavbirin.

Hewamanî got, rêjeya berhemanîna rojane ya ava vexwarinê li Herêma Kurdistanê digihe, 2 milyon û 876 hezar û 820 lîtreyan, ku bi rêya 20 westgeh, 5412 bîr, 861 kanî û 44 golan tê dabînkirin.

Hejmara bikarhênerên avê li Herêma Kurdistanê, milyonek û 81 hezar û 73 bikarhêner in, ku rojane 500 lître av ji wan re tê dabînkirin, di demekê de li welatên cîran jî rojane para her kesekî 250 lître ye.

Ji bo sînordarkirina îsrafkirina ava paqij, Hikûmeta Herêma Kurdistanê pirojeya danîna pîverên avê yên zîrek dest pê kiriye, ku heta niha ji %82ê hevparên avê re hatiye danîn, ku ev jî bi hejmar dike, 876 hezar û 930 pîverên avê yên zîrek.

Hewramanî di beşeke din ji axaftinên xwe de aşkere kir, di çar salên derbasbûyî de xerciya berhemanîna ava vexwarinê ya paqij û bê têçûna elektirîkê, 538 milyar dînar bûye, li hemberê 172 milyar dînar jî ji hevparên avê bo hikûmetê hatiye dayîn.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê got, Kabîneya Nehem dê berdewam be li ser projeyên xwe yên parastina çavkaniyên avê û dabînkirina ava paqij ji welatiyan re, ji bo vê jî dest bi çend projeyan kiriye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 467 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:03:03